Desteya Koordînasyona Neteweyî ya Mûxalîfên Sûriyeyê, tevî Serokê PYD’ê Salih Muhammed ji bo serdanekê çûn paytexta Rûsya Moskowê.
Desteya Koordînasyona Neteweyî ya Mûxalîfên Sûriyeyê bi heyetekê çû serdana Rusyayê. Di heyetê de Serokê PYD´ê Salih Muhammed jî cîh digire. Heyetê bi Nunerê Taybet ê Kremlîn a Rojhilata Navîn Mihail Bogdanov, Berpirsê Komîsyona Têkiliyên Navnetweyî ya Baskê Jêrîn a Parlamentoya Dûmayê Aleksey Puşkov û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtin pêk anî.
Koma Muxalîfan, li Moskowê daxuyaniyek dan çapemeniyê û ragihandin ku ew ê têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re biparêzin û ji Rûsyayê xwestin ku ji bo veguhertina demokratîk a li Sûriyeyê piştgirî were dayîn.

PYD: Plana Annan erênî ye

Serokê Desteya Koordînasyona Muxalîfan Hesen Ebdulezîz bal kişand ku eger Plana Annan bi ser nekeve, destwerdana Sûriyeyê dikeve dewrê. Ebdulezîz destnîşan kir ku bi Esad re rûniştina ser maseyê bê derfet nade û got; “Ev yek ji bo me jî nayê qebûlkirin.”
Serokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muhammed destnîşan kir ku Plana Annan erênî ye, lê belê encama wê ne diyar e.

Xeyr: Destwerdana Sûriyeyê zor e

Piştî hevdîtinan, ji Nûnerên Koordînasyonê Dr. Ebdulezîz Xeyr ji ANF’ê re axivî û bi bîr xist ku li pişt Plana Annan hêzek pir xurt a navneteweyî heye û destnîşan kir ku ger plana Annan bi ser nekeve jî, destwerdana Sûriyeyê jî ne teqez e. Xeyr got; “Niha di warê pratîkî de li welêt agirbestek tune ye, lê şer û pevçûn kêm bûne. Di dema destpêkirina Plana Annan de jî Sûriyeyê nexwest demek zelal diyar bike. Eger zext li hikûmetê bêne kirin wê pêvajoyeke aşitiyane pêş bikeve. Eger plana Annan bi ser nekeve jî destwerdana Sûriyeyê zor e, Fransa û DYA bi hilbijartinan re mijûl in. Gelo Tirkiye dikare bê alîkariya Patka Atlantîkê dest li Sûriyeyê werde? Bawer nakim. Ji ber wê jî saleke Tirkiye di dudiliyê de ye. Ji piştgiriya Ewropa û Washingtonê bi fikar e. Jixwe ji bo destwerdanê pêwîstî bi biryareke hevpar heye.” 


Divê mafê kurdan were mîsogerkirin


Xeyr destnîşan kir ku Rûsyayê ji bo vekişandina leşkerên Sûriyeyê, rolek girîng wergirtiye. Xeyr bersiv da pirsa “Hûn çi dixwazin?” û got; “Hin hêzên muxalîfan li pey îdealên ku tu carî nikarin pêk bên dikevin. Desteya Koordînasyona Neteweyî ya Sûriyeyê dixwaze rejîma dîkdator bê hilweşandin û rejîmeke demokratîk bê avakirin. Em xwedî kevneşopiyek demdirêj a têkoşînê ne. Ji ber ku me di nava çavdêrên Komkara Ereban de cih girt, em li rastî rexneyan hatin, îro jî heman hêz dixwazin plana Annan bi ser nekevin. Lê tu projeyên wan ên siyasî tune ye. Lê em ji bo paşerojeke demokratîk a gelê Sûriyeyê, parlementoyek demokratîk, maf û azadiyan dixebitin. Gelo ji vê eşkeretir tiştek din heye?”
Xeyr der barê mijara pirsgirêka Kurdan de jî diyar kir ku berê jî polîtîkayek wan ji bo Kurdan heye û anî ziman ku ew Kurdan yek ji gelên sereke yên Sûriyeyê dibînin. Xeyr destnîşan kir ku divê mafên Kurdan di destûra bingehîn de bê mîsogerkirin.

Hewldanên provokasyonan hene

Dîsa rayedarek ji koordînasyonê ku nexwest navê wê/wî bê eşkerekirin ji ANF’ê re axivî û ragihand ku Qeter û Erebîstana Siûdî naxwazin li Sûriye plana Annan pêk were. Heman rayedar diyarkir ku ji ber pêkhateyek ji mezheb û etnîkên cûda, Birayên Misilman nikarin bibin serdest û muxalîfên li Tirkiyeyê jî ji ber sozên ji bo wan hatine dayîn (pere, çek, mudaxeleya derve) nehatine bicihanîn, piştgiriya xwe wenda kirine.



RAHMÎ YAGMUR - ANF/MOSKOW