Li navçeya Cindirês a Efrînê jî şandeyek ji partiyên siyasî çûn serdana navenda YPG’ê. Şande ji aliyê fermandara YPJ’ê ya herêma Efrînê Berfîn Efrîn ve hate pêşwazîkirin. Berfîn di serdanê de axaftinek kir û bal kişand ser berxwedana YPG’ê ya li hemberî çeteyan. Berfîn Efrîn ji ber piştgiriya wan jî spasiya xwe pêşkêşî şandeyê û welatiyan kir. Endamên şandeyê jî piştgiriya xwe anî ziman.
Li bendên kontrolê pîrozbahî
Bi minasebeya Cejna Qurbanê şandeyek ji partiyên siyasî çû serdana bendên kontrolê yên YPG û cejna wan pîroz kir.
Şandeyek ku ji Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Partiya Yekîtiya Siryaniyan û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) pêk tê, çû serdana bêndên YPG’ê yê li destpêka bajarê Tirbespiyê.
Şandeyê cejna endamên YPG’ê yên li ser bendên kontrolê pîroz û serkeftin ji wan xwest.
Endamê Yekîtiya Suryaniyan Ebelehed Koriya ku di ziyaretê de axivî, cejna cejna hêzên YPG û hêzên Asayişê pîroz kir. Koriya got ku YPG û Asayîş bêyî ku cudahiyê bikin bi hemî hêza xwe parastina gelên herêmê dikin.
KOBANÊ /EFRÎN