Li ser mijara vekirina bûroyê nûnerê Xweseriya Demokratik a Rojavayê Kurdistanê li Elmanyayê, Sîpan Îbrahîm ji bo rojnameya me da xuyakirin ku vê xebata wan a vekirina bûroyê 6 mehan ajot, di encamê de bi navê Nûnertiya Xweseriya Demokratik a Rojava, ji aliyê rayedarên Elmanyayê ve hatiye qebûlkirin. Helbet xebatên me yên li paytextên din yên Ewropa û cîhanê ji bo qonaxên bilindtir wê dewam bikin.


Kurd û dostên wan vexwendî ne

Sîpan Îbrahîm got, wan tevahiya partî, sazî û nûnerên Kurdan vexwendine, li gel wan dostên ji neteweyên din, ji gelên din jî vexwendî ne û weha dewam kir: “Me ji gelek aliyan re dawetname şandine, yên mayî jî em dixwazin bi riya we agahdar bikin. Divê em hêz û coşa xwe nîşanî dost û dijminan bidin. Wisa jî divê em xebata layiq a ji bo giyanên wan leheng û şervanan li her derê cîhanê bikin.” 


 BERLÎN