Buroya Nûnertiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya paytexta Komara Çekê Pragê bi merasîmekê hat vekirin. Serokê Desteya Karê Derve Ebdullkerîm Umer, Berpirsiyara Buroya YPG`ê ya Ewropa Îman El-Derwîş, Nûnera Têkiliyên Dibilomasiyê ya YPG`ê Nesrîn Ebdullah û Şêrwan Hesen tevî hijmarek mezin ji kurdistaniyên li Çekê dijî û bajarên din ên Ewropayê, di merasîma vekirina nûnertiyê de, amade bûn.

Merasîm birêzgirtinê dest pê kir. Paşê herdu nûnerên rêveberiya xweser a Rojava û YPG’ê axivîn û hikûmet û gelê Komara Cekê ji bo dayîna derfeta vekirina nûnertiyê spas kirin û hêviya pêşxistina têkiliyên di navbera herdu gelên kurd û çekî de anîn ziman. 


 PRAG