Balafirên şer ên Sûriye û Rûsyayê bombe li nuqteya çavdêriyê ya dewleta Tirk a li Şîr Maxar a li Idlibê barandin; ev nuqteya 10´an a Tirkiyeyê ye li Idlibê.
Agahî nehate wergirtin ka li nuqteya çavdêriyê ya ku bombe lê hatin barandin ji artêşa Tirk kuştî û birîndar hene yan na. Liv û tevgera hewayî ya li herêmê gava nûçe dihat amadekirin, dewam dikir.
Tevî ku bi dehan dîmenên ji deverê hatin parvekirin û ew nîşan didin ku nuqteya çavdêriyê hatiye bombekirin jî, balkêş bû ku ajansa fermî ya nûçeyan a Tirkiyeyê AA´yê bi nûçeyekê xwe li dereweke din ceriband. Li gorî wê, rayedarên ewlekariyê yên Tirk bombekirina nuqteyê derewandiye.
Herçî nuqteya çavdêriyê ya Tirkiyeyê ya li Morekê ye jî, ji 20’ê Tebaxê ve rejîmê û Rûsyayê dor lê girtiye.
Hêzên rejîmê û yên Rûs beriya bi şeş rojan jî li nuqteya heştan a Tirkiyeyê ya çavdêriyê xistibûn.
Balkêş e ku bomberdûmana vê dawiyê piştî serdana Erdogan a pêr a li Moskovê pêk hat.
HELEB