Kevintirîn pirtûka gramera Kurdî ya ku ji aliyê kesekî biyanî ve nivîsandî ya keşeyê misyoner Maurizio Garzoni ye ku sala 1787´an li Romayê derçû. Ev pirtûk berhema xebatên wî yên li devera Hekariyê bûn ku beriya wê bi dehsalan encam dabûn. Helbet beriya wî Elî Teremaxî serfa Kurmanciyê nivîsîbû ku li gorî zimanzan û profesorê fîlozofiyê Michiel Leezenberg sedema wê yekê ye ku Kurmanciya li mekanekî fireh û xwedî nifûseke xilbe hîna jî yek ziman e. Teremaxî li gorî hinan di sedsala 16´an de li gorî hinên din jî di dawiya sedsala 17´an de jiyaye.
Nusxeyê biparêzin dijîtalê bi kar bînin
Hasil li ser malpera înternetê www.zvab.com a ku weke navenda pirtûkfiroşên pirtûkên kevnar dixebite, mirov dikare çapa yekê ya vê pirtûkê bikire. Ev pirtûka hanê bi ser navê Grammatica e vocabulario della lingua Kurda (Rêziman û ferhenga zimanê Kurdî) weke 288 rûpel hatiye çapkirin. Helbet ev dimîne hîpotezek ji ber ku her kes ne amade ye 1200 euroyan bi nusxeyeke pirtûkekê bide. Lê belê diyar e ku ev pirtûkfiroş hêvî dike wê kesek vî pereyî bi vê nusxeya 241 salî bide. Ev nusxe li Elmanyayê li ber destê Antiquariat Thomas Rezek e ku dikana wî li Munchenê ye. Bi qasî ji wêneyan diyar e jî, pirtûk hîna dikare bê bikaranîn. Lê bi ya me, ya baş ew e , di cih de pirtûkê dijîtal bikin, ji çapên kaxetî yên van wêneyên dijîtal sûdê wergirin û bila ev nusxe çend sedsalekî din li ber destê me bimîne.
FRANKFURT