Berdevkê Fermî yê Komseriya NY ya karûbarên koçberan li Sûriyê, Fîras El-Xetîb diyar kir ku ew amade ne bi kordîneya NY û buroyên Iraqê, destekê bidin koçberên Iraqê yên ku berê xwe didin Sûriyê û li kampên Hol, Newroz û kampên Dêrikê bi cih dibin.

El-Xetîb got, komîseriyê di Nîsanê de bi koordîneya bi NY´yê, rêxistinên mirovî û buroyên Iraqê re alîkarî ji koçberan re şandiye. Fîras El-Xetîb da zanîn, ger hejmara koçberên Iraqê li Sûriyê zêde bibe, ew amade ne alîkariyê bikin. 


 QAMIŞLO