Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan Zeîd R’ad Al-Husseîn di vekirina 33’emîn Rûniştinên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de axivî, diyar kir ku Tirkiyeyê hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan bi awayekî cidî binpê kiriye, li ser vê mijarê di destê wan de gelek dane hene.
33’emîn Rûniştinên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li bajarê Cenevreyê yê Svîsreyê dest pê kir. Di vekirina rûniştinê de Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan Zeîd R’ad Al-Husseîn Tirkiye bi tundî rexne kir û daxwaza destûrdayîna lêkolînên binpêkirinên mafên mirovan bi destê Komîseriya Mafên Mirovan ve li Tirkiyeyê bên kirin.
‘Der barê înfaz û rûxandinê de dane cidî ne’
Al-Husseîn eşkere kir ku der barê binpêkirinên mafên mirovan û înfazên li bajarên Kurdistanê de, di destê wan de gelek dane hene û wiha peyivî: “Der barê binpêkirinên mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî de gelek rapor gihiştin ber destên me. Di nava van de înfazên sivîlan, înfazên bê daraz û hejmareke gelek zêde ya koçberkirina bi darê zorê hene. Der barê şewitandina bajar û gundan de her dem ji me re rapor tên.”
Yekîneya taybet ji bo binpêkirinan
Al Husseîn destnîşan kir ku wan der barê van îdiayan de xwestiye li Tirkiyeyê lêkolînan bikin, lê ti bersiv ji bo wan nehatiye dayîn, û ji bo rewşa li Tirkiyeyê bê lêkolîn kirin yekîneyeke taybet hatiye avakirin. Al Husseîn piştrast kir ku Tirkiyeyê bi awayekî tekakesî ji wî re dewet şandiye û eşkere kir ku ev dewet wê cihê lêkolînên Komîseriya Mafên Mirovan negire.
Rûniştin wê heta 30’yê Îlonê dewam bikin û binpêkirinên mafan ên hin herêmên cîhanê wê bên nîqaşkirin. Di tevahiya rûniştinan de raporên ji hêla raportoran ve yên der barê azadiya çapemeniyê, înfazên bê daraz, bi darê zorê koçberkirin û hwd. de wê pêşkeşî konseyê bên kirin.
RUŞTU DEMÎRKAYA /DÎHA / CENEVRE