Edîtorê Morning Starê dibêje, dewleta Tirk di dema şerê li dijî Kurdan de sûcan dike, û NATO, NY û YE jî bi awayekî hevparê wê ne. Ew Tirkiyeyê weke navendeke qirkirinê bi nav dike. EREM KANSOY LONDON Rojnamevanê Ingilîz, ji edîtorên rojnameya Morning Starê, Steve Sweeney ji bo bêdengiya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) dibêje, "Wê hîna li dijî êrişan daxuyaniyek nedaye. Ev meseleyeke cidî ye." Li ser êrişên qirker ên dagirkeriya dewleta Tirk li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê, Steve Sweeney dibêje, bi êrişên dibin ser Mexmûr û Şengala ketî ber êrişên qirker ên DAIŞ´ê, dewleta Tirk peyameke pirr eşkere dide. Sweeney ambargoya li dijî kampa penaberan a Mexmûrê jî bi bîr dixe û wiha dewam dike: "Li ser mirovên li kampê tehlûkeya birçîbûnê heye, pirsgirêkeke cidî ya xizmeta sihetê heye û pêdivî bi dermanan heye. Lê civata navneteweyî hîna bê deng e. UNHCR´ê jî li dijî êrişan hîna daxuyaniyek nedaye. Ev meseleyeke pirr cidî ye." Dagirkerî nexweşiyek e Sweeney bi bîr dixe ku ev ne êrişa yekê ya dewleta Tirk e, dagirkeriya li dijî Efrînê û Serêkaniyê jî bi bîr dixe û dibêje, "Sûriyê dagir dikin û hewl didin Kurdan qir bikin. Ev nexweşî ye. Ji van êrişan Erdogan berpirsiyar e. Di nava peymanên NATO´yê de ev dibe. Bêyî agahiya NY´yê, biryareke hevpar a YE´yê nabe li van deveran guleyek jî bê teqandin. ji ber wê jî, ev ne tenê şerê Tirkiyeyê ye, yê wan e jî." Sweeney wekî din dibêje çapemeniya Ewrûpayê tiştên xirab li ser dagirkeriya dewleta Tirk û sûcên wê nanivîse, ji ber ku dewleta Tirk gelek reklaman dide medyayê. Tirkiye navenda qirkirinê ye Rojnamevan Steve Sweeney têkiliyên di navbera dewletên Ingilîstan û Tirk de jî bi bîr dixe, dibêje, "Bazirganê sîlehan ê herî mezin ji bo dewleta Tirk, Ingilîstan e, peymanên sîlehan ên Brîtanyayê bi Tirkiyeyê bi buhayê 8 milyar sterlînan in." Di dawiyê de Steve Sweeney dibêje, gelek kes Tirkiyeyê weke navendeke betlaneyê ya erzan dibînin: "Lê ev şaş e. Gava ez wêneyên Cizîr û Nisêbînê nîşanî wan didim, şaş û metel dimînin. Dişibînin Sûrî û Helebê. Ez ji wan re dibêjim, ev der Tirkiyeyê, hûn diçin betlaneya xwe li wir dikin. Vê dewletê şerê miletên xwe kir, hewl dide qira Kurdan bîne. Pêdivî bi piştgiriyeke mezin heye. Divê em pişta Kurdan bigirin. Jiyana Kurdan jî bi qîmet e." Hatibû dersînorkirin Rojnamevan Sweeney ji yekane rojnameya rojane ya bi Ingilîzî ya sosyalîst Morning Star kar dike. Ew sala 2019´an ji bo ku hilbijartinên herêmî li bakurê Kurdistanê bişopîne çûbû Tirkiyeyê, lê belê li balefirgehê ew kirin nezaretê û dîtira rojê jî hatibû dersînorkirin. Sedema girtina wî parvekirinên wî yên li ser medya civakî bûn ku digot, Erdogan li dijî Kurdan di şer de sûc dike.