Komisyona Lêpirsîna Serbixwe ya Sûrî, li ser mijara Efrînê tesbît kir ku Tirkiyeyê û çeteyên wê gelek caran li Efrînê sûcên şer kirine û weke sûcdar jî îşaret bi fermandarên eskerî yên Tirk kir.

 

ALÎ OZŞERÎK / ZURÎCH

Neteweyên Yekbûyî (NY) bi rapora pêşkêşî Konseya Mafê Mirovan a NY’yî hatî kirin, got, Tirkiyeyê  tevî komên xwe yên çete gelek caran sûcên şer kiriye. Di raporê de Tirkiye yekser bi komkujiyên li Efrînê û koçberkirina xelkê kantonê hat tohmetbarkirin.

Rapora hanê ya Komîsyona Serbixwe ya Lêpirsînê ya Komara Sûrî ya Ereb dema ji 16 Çile heta 10´ê Tîrmeha 2018´an dihewîne. Ev rapor pêşkêşî Rûniştina 39´an a Konseya Mafê Mirovan a NY´yê hat kirin. Rapor tesbît dike ku Tirkiyeyê tevî çeteyên xwe gelek caran sûcê şer kiriye. Beşa li ser Efrînê ya raporê gelekî balkêş e: ‘Tirkiye tevî çeteyên xwe sivîlan dikuje, êşkenceyê dike û malên Efrîniyan talan dike.’

 

Tirkiye sivîl kuştin YPG´ê ew parastin

Di beşa li ser Efrînê de rapor dibêje, “Tirkiyeyê 20´ê Çile bi endamên Ceyş el-Hurr, li Efrîna li bakurrojava Komara Sûriyê ya Ereb operasyonên xwe yên ji sînor û wêde ên ku wê navê ‘Çiqilê Zeytpnê’ lêkirî, da destpêkirin.”

Raporê wekî din behsa wê yekê kir ku YPG’ê ji bo parastina sivîlan di nîvê meha Adarê de ji bo pêşî li şerê li nav bajêr bigire, hewl daye.

Qismê raporê li ser qetilkirina sivîlan bi destê artêşa Tirk û çeteyên wê wiha ye: “Ber bi dawîhatina li êrişên eskerî ve, êrişên hewayî û topbarana li ser bajêr zêde bûn û kirin ku bi hezaran sivîl birevin. 15´ê Adarê, êvarê, Hêzên Hewayî yên Tirk li gundê Turandah nuqteyeke kontrolê kir hedef û herî kêm kirin ku 5 sivîl bimirin. 16´ê Adarê Hêza Hewayî ya Tirk û yekîneyên Ceyş el-Hurr bombebarana xwe ya li ser navenda bajêr zêdetir kir. Ji herêmê koçberiyeke mezin dest pê kir. Şahidan ji bo heman demê balefirên şer ên di ser taxa El-Mahmudiye firiyan dîtin û behsa wê êrişê kirin ku hatibû destpêkirin dema ku bi dehan maşînên sivîl bûbûn rêz da ku ji bajêr derkevin. Di navê de jin, zarok û kalûpîr jî herî kêm 20 sivîl mirin û herî kêm 30 kes jî birîndar bûn. Dîtira rojê herî kêm 7 jin û zarokek hatin veşartin, lê ji ber êrişan cenazeyên mayî nekarîn bên veşartin.”

Di raporê de wekî din îşaret bi bombekirina Tell Eyn Dara jî hat kirin ku di bin parastina UNESCO´yê de bûye.

 

Nexweşxane bombe kirin

Raporê da zanîn ku 16´ê Adarê hêzên Tirk herî kêm du caran êrişa hewayî biriye ser nexweşxaneya sereke ya bajêr. Di van êrişan de 3 jê jin bi giştî 9 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û 20 sivîl jî birîndar bûne. Di raporê de her wiha cih girt ku şahidan daye zanîn ku li nava nexweşxaneyê û li derdora wê ti tesîs û baregehên eskerî nebûne.

 

Revandina mirovan

Di raporê de hat gotin, piştî dagirkirina Efrînê, sivîl bi awayekî kêfî hatine girtin. Artêşa Tirk û çeteyên wê mafên mirovan ên xelkê Efrînê bi awayekî dijwar binpê kiriye.

Di raporê de behsa agahdarnekirina malbatên kesên girtî, di hucreyên bi serî ve tijî girtina wan û birçî hiştina wan jî hat kirin. Talankirina mal û maşînan a bi destê çeteyên dewleta Tirk jî di raporê de cihê xwe girt.

 

Malên xelkê dan çeteyan

Raporê got, xaniyên talankirî yan ji bo armancên eskerî tên bikaranîn, yan jî çete û malbatên wan di van xaniyan de tên bicihkirin.

Di raporê de hat gotin, gelek caran sûcê şer hatine kirin: “Komisyonê tesbît kir ku gelek caran li Efrînê sûcê şer hatiye kirin. Heger em li ber çavan bigirin ku komên çekdar di bin fermandarî û kontrola bitesîr a hêzên Tirk de ev sûc kirine, hingê mirov dikare van sûcan bixe stûyê wan fermdarên eskerî yên Tirk ên ku bi van binpêkirinan dizanîn, yan jî diviyabû bizanin.”

 

NY divê mueyîdeyan ferz bike

Di vê rapora NY´yê ya lêpirsîna serbixwe de piştras bûye ku Tirkiyeyê li Efrînê sûcê şer kiriye. di raporê de tenê bûyerên bi delîl, belge û şahidan piştrastkirî cih girtine. Bi sedan binpêkirinên din ên hiqûq û mafan di raporê de cihê xwe negirtine. Lê belê bi tenê ev sûcên tesbîtkirî jî mueyîdeyên NY´yê li ser Tirkiyeyê ferz dikin. Lê belê ne rapor û ne jî sûcên tesbîtkirî nabin sedem ku mueyîde li ser Tirkiyeyê bên ferzkirin. Ev yek jî nîşan dide ku NY tevî raporan jî ji bo berjewendiyên hêzên mezin çavê xwe li sûcên Tirkiyeyê miç dike, û tercîh dike wan nebîne.