RUŞTU DEMÎRKAYA / MA/CENEVRE
Ofîsa Mafê Mirovan (UNAMI) a Mîsyona Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî û Komîsertiya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR), derbarê sûcên DAIŞ’ê yên salên 2014 û 2017’an li Iraqê de raporek weşand. Li gorî vê raporê li herêmên bakur û rojavayê bajarên Nînova, Selahaddîn û Anbar ên Iraqê 202 gorên komî hatin tesbîtkirin
Dibe ku zêdetir be
Her wiha di raporê de hat gotin, dibe ku ev hejmar zêdetir be û ev agahî hatin dayîn: “Çend kes di van gorên komî de hene, ne diyar e. Di qonaxa niha de, li rojavayê Mûsilê, di goreke komî ya biçûk de 8 cenaze hatin tesbîtkirin. Li herêma Khasfa ya dikeve rojavayê Mûsilê jî, goreke komî ya mezin a bi hezaran cenaze tê de, hat dîtin. Ji bo tesbîtkirina cenazeyan û sûcan, pêdivî bi malzeyên tibî yên edlî heye.”
3 hezar û 117 Êzîdî dîl in
Di raporê de agahiyên Midûriyeta Karê Êzîdiyan a Herêma Kurdistanê jî hebûn derbarê jinên Êzîdî yên ji alî DAIŞ´ê ve revandî de. Li gorî van agahiyan, 3 hezar û 117 Êzîdî di destê DAIŞ´ê de ne, hezar 452 ji van jin û zarokên keç in, hezar û 665’an zilam û zarokên kur ên biçûk in.
Banga li raya giştî ya navneteweyî
Di raporê de hat gotin, ji bo tesbîtkirina sûcan, pêdivî bi pisporên çekên kîmyewî, madeyên teqemenî û cihê sûc lêkolîn bikin, heye û raporê bi vî rengî dewam kir: “Em bang li Dîrektoriya Gorên Komî û raya giştî ya navneteweyî dikin ku ji bo tesbîtkirina cenazeyan û parçeyên mayî dikin da ku ev teslîmî malbatên wan bên kirin, ji bo vê jî piştgiriya teknîkî, vegûhastin û jêderkê bikin.”
Me şahidî li vê trajedî û êşê kir
Nûnerê Taybet ê Sekreterya Giştî ya NY´ê Iraqê Jan Kubîs û Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan NY´yê Mîchelle Bachelet jî debarê raporê de daxuyaniyek kurt da û got, “Me şahidî li vê trajedî û êşê kir. Ji bo diyarkirina şert û mercên kesên tê de hatin kuştin, malbatên wan şîna xwe bigirin û edalet pêk were, ev pêşgaveke girîng e. Sûcên DAIŞ’ê yên li Iraqê pirr mezin û hovane ne, lê trawmayên malbatên windakiriyan dewam dike. Hîna bi hezaran jin, zarok û zilam winda ne.”