Komîsyona Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî UNHRC bi raporekê pêr dabû zanîn ku dewleta Tirk ji ber sûcên şer dikare berpirsiyar bê dîtin. Lê belê di zimanê raporê nermiyeke ecêb hebû. Wê digot, “Tevgera jin û keçên ser bi civakên hindikahî yên Kurd û Êzîdî hat astengkirin, gava derketin derve ew hatin tacîzkirin. Ev kirinên hanê beşdariya jinan a manedar a nav civakên wan û zêdekirina wan li van civakan asteng dike. Divê ev bisekine.”
Ji damezrênerên rêxistina YEZDA ku ji bo mafên Êzîdiyan dixebite, Murad Esmail ji vê daxuyaniyê nerazîbûna xwe îfade kir. Wî ji bo raporê got, “Ev versiyoneke gelekî nermkirî ya wê tişta hatî serê Êzîdiyan e li Sûriyê. Pirsgirêka saziyên NY´ê ev e, ew rastiya heyî nerm dikin da ku di warê dîplomatîk de neşaş bin. Nexêr, ne ku keçên Kurd tên astengkirin, temamê civakê ji holê tê rakirin.
Bi vî awayî behsa qirkirina etnîk û qirkirina fizîkî ya muhtemel a bi destê Tirkiyeyê û komên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nexweşiyek e. Wexta ji ber nasnameyan wan mirovan ji malên wan bikin der û wan bikin hedefa êrişan, ev qirkirina etnîk e û ne ti tişta din e; heta belkî qirkirina fizîkî jî be.
Êzîdî ji 22 gundên Efrîn û Serêkaniyê kirin der, mal û milkên wan talan kirin. NY radibe dibêje, ´tevgera keçên Êzîdî tê astengkirin´. Raporkirina bi vî rengî ya şaş bi serê xwe sûcek e. Mirov rastiyê nebêje, sûcek e.”
NAVENDA NÛÇEYAN