SERKAN DEMÎREL / ANF/CENEVRE
Koma Xebata Analîza Perîyodîk a Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî cara sêyemîn li ser bîlançoya mafên mirovan a li Tirkiyeyê sekinî. Dewletên ku endamên Neteweyên Yekbûyî ne û saziyên civakî yên sivîl tevlî civînê bûn.
Di civînê de li ser rapora pêşniyazên ji bo Tirkiyeyê ya 14 rûpel û rapora dewleta Tirk a ku pêşkêşî Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kiriye hate nirxandin.
Alîkarê Wezîrê Karê Derve Farûk Kaynakçi îddîa kir ku dewleta Tirk di gelek qadan de reform kiriye û li gorî pêşniyazên Neteweyên Yekbûyî tevdigere.
Kaynakçi bi awayekî sosret diyar kir ku berpirsê binpêkirin û zextên li ser mafan PKK û Tevgera Fethûllah Gulen e.
Nûnerên dewletan jî diyar kirin ku Tirkiye li gorî pêşniyazan tevnagere û li Tirkiyeyê zextên li ser mafên mirovan roj bi roj zêde dibe.
Nûnerê DYE’yî di civînê de anî ziman ku Tirkiyê gelek pêşniyazên berê hatin kirin li ber çavan negirtiye, û li welat her roja diçe binpêkirinê mafan zêdetir dibe: Nûner girtina nûnerên HDP’ê, dîsa zext û ji erkê girtina hevşaredar û parlementerên HDP’î jî bibîr xist û xwest siyasetmedarên HDP’ê bên berdan.
Di rûniştinê de polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Sûrî hatin rexnekirin, û hate gotin, hebûna dewleta Tirk a li Sûrî li dijî hiqûqa navnetewî ye.
Dîsa di serî de der barê jin, hindikayî û mafan di gelek nûqteyan de Tirkiye bi tundî hate rexnekirin, û hate gotin, divê dewleta Tirk pêşniyarên tên kirin li ber çavan bigire.
Encamnameya rûniştinê wê 30’ê Çileyê bê eşkerekirin.