Rojname di nûçeya xwe de dibêje piştî ku Heybet ku Emîne û ew bi hevre tevlî gerîla bûne di îlonê de jiyana xwe ji dest da niha dayîka Emîneyê, Gungen jî difikire ku keça wê jî jiyana xwe ji dest dabe.
‘Ji ber polîtîkayên asîmilasyonê şer dest pê kir’ Di nuçeyê de hat diyarkirin ku ev demek dirêj e di navbera PKK û dewletê de şerê çekdarî didome û tê diyarkirin ku ji ber polîtîkayên asîmilasyonê Kurdan dest bi şerê çekdarî kiriye. Rojname her wiha agahîya, heta niha di vî şerî de 40 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane jî dide. Di nûçeyê de tê gotin ku li heremê piraniya Kurdan piştgirî didin PKK’ê encex ew aştiyek mayînde jî dixwazin.
Di berdewama nûçeyê de ev tişt tên diyarkirin: “Ciwanên Kurd ku piraniya wan tên girtin piştî tên berdan tevlî refên serhildêran dibin. Ciwanên ku temenê leşkeriyê hatiye jî an qaçax dijîn an jî bi neçarî tevlî artêşê dibin. Ev ciwan carnan di pevçûnan de bi xizmên xwe re tên li hemberî hev. Hin derdor dibêjin ku artêş leşkerên Kurd bi zanebûn dişîne çeperê şerê li hemberî PKK’ê.
‘Ez jî wekî her kesî bibim şervanê azadiyê’
Dayîka Heybet Gungen a jiyana xwe ji dest daye, Taybet Gungen dibêje ‘Dewlet zarokên me tîne li hemberî hev. Bira bi bira dide kuştin’ Dayîka Emîne jî dibêje ku ew di temenê biçûk tevlî çalakiyan bûye û di 8 saliya xwe de ji bo piştgirî bide girtiyan ketiye greva birçîbûnê. Dayîk Gungen wiha dibêje, “Min jî nedixwest ew biçe. Encax wê digot ez jî ê wekî her kesî bibin şervanê azadiyê’. Zarokên hemû kesî niha li wan çiyaya ne. Ne tenê yên me. Em êdî hînê vê bûne. Ez êdî aşitiyê dixwazim. Bila ne leşker ne jî gerîla êdî jiyana xwe ji dest bidin.
ANF/NEW YORK