Rêber Abdullah Ocalan di axaftineke xwe ya 1996an de dûrûdirêj qala stratejiyeke Kurd û Kurdistanî dike. Me doh jî beşek ji vê axaftinê ji we re nivîsîbû. Ocalan di vî beşî de jî qala şerê 40 salan ê li Başûrê Kurdistanê dike û dibêje, ev şer ne ji bo Kurd û Kurdistanê ye; ji bo eşîrtî, axatî û birakujiyê ye. Ocalan eşkere dibêje, ew bi şerekî wisa re nînin û ew vê jî qebûl nakin. Ji bo vê jî bang li birêz Mesûd Barzanî dike û dibêje, were em bi hev re stratejiyekê ji bo tevahî Kurd û Kurdistanê deynin. Rêber Apo di beşê doh de jî qala bombardumankirina Kurdistanê kiribû û li ser bêdengmayîna hêzên Başûr nerazîbûna xwe anîbû ziman û gotibû, li dijî vê dagirkerî û bombardumanê beyanekê jî nadin. Ocalan sedema vê jî bi ne neteweyîbûna wan û girêdana wan a bi dagirker û dijminan ve rave kiribû. Sala 1996'an jî girîng e. Di vê salê de li dijî Ocalan hewldaneke reşkujiyê heye, Başûrê Kurdistanê tê bombardûmankirin û êriş li ser Mexmûriyên wê demê heye ku tê de 7 kes ji aliyê çekdarên PDK'ê ve hatibûn kuştin. Em li beşê îro yê axaftina Rêber Abdullah Ocalan binêrin: "40 sale tarîx tiştekî isbat dike. Ev ne şerekî kurdistanî ye, ev ne şerekî neteweyî ye, ev ne şerekî ji bo demokrasiyê ye jî ev şerekî ji bo eşîrtiyê ye, ev şerekî axatiyê ye, ev şerekî birakujiyê ye. Netîce jê derneket. Li ser armancekê nemeşiyaye... Em werin programeke nû deynin ji bo hemû Kurd û Kurdistanê. Em binêrin gaveke wisa bi temamî di xizmeta gelê Kurd de çawa tê avêtin, ji bo yekîtiya Kurdistanê, ji bo parçeyan hemûyan, dîsa siyaseta durist çi ye, stratejiyeke milet hemû çawa temsîl dike were danîn. Û gavê roj bi roj çawa bêne avêtin. Em hazir in ji bo her terefî li ser vê bisekinin... Em ne bi vî şerî re ne, em li dijî vî şerî ne. Lê li ser esasê mirov armancên siyasî bimeşîne ne tenê li Başûr li tevahî Kurdistanê em hêzên xwe yên eskerî bikin yek û wekî din jî çiqas aliyan de yekîtî li hundir û li derveyî welat were xwestin em bikin yek û em ji bo Kurdistanê şerekî zerûrî, şerekî wisa millet bi temamî bi ser bixe bimeşînin. Siyaseta PKKʼê ev e, ji niha ve şûn de, ez bawer dikim ku wê ev siyaseta me di nava gel de bi kûrahî cihê xwe bigire. Li tevahî Kurdistanê jî wê dewreke nû çêke... Ji bo vê jî bi rastî em dixwazin hal bi biratî bimeşe. Me çend caran bang kir û me name jî şandin ji birêz Mesûd Barzanî re û me jê re got, hal biratî çawa ye ez bi vê re me. Me ev ne bi uslûbeke taktîkî, lê ji bo her tim bimeşe got... Û dîsa jî em dixwazin, me ji bo Kak Mesûd Barzanî tiştên baş gotine, me hinek têkilî jî çêkirine, lê li ser tifaqeke wisa xurt hê bi cesaret gavan neavêjin, hêlekê diçin Tirkiyê, hêlekê diherin filan cihî û hêlekê jî têne cem me. Li ser hal biratî, li ser çarenûsa kurdî hê ne xwedî gav in..." NAVENDA NÛÇEYAN https://ozgurpolitika.com/ocalan-li-ser-zini-werte-ci-dibeje/