Hunermendê Kurd Talîb Resûl der barê hunera Kurdî, Rewşa dawî ya Kurdistanê û girîngiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo neteweya Kurd de peyivî. Talîb Resûl di destpêka axaftina xwe de balkişand ser êrişên li ser destkeftiyê Kurdistanê û ji beşên civakê hemûyan xwest ku li dijî dagirkerên Kurdistanê xwedî helwest bin.
Talîb Resûl li ser pirsa gelo we çima li ser Ocalan stran çêkir jî ev nirxandin kir: “Ez Ocalan weke bîrmendekî siyasî û civakî yê Kurd dibînim. Ez weke Serokê tevgerekê û partiyek Kurd temaşeyî Ocalan nakim. Ez bi wijdana xwe Ocalan bilind dibînim, nirx didim xebat û têkoşîna wî. Ti hestên hizbî li gel min nîne û kesekî welatparêz im. Lê, ger wijdana min zindî be, vê bibînim ku wî kesî li girtîgehê 20 heta 30 pirtûk nivîsîne. Li Ewrûpa bi dehan zana û nivîskar Ocalan weke bîrmendê cîhanê dibînin. Lewma min stran li ser got. Ez amade me li her cihî bêjim Ocalan bîrmendê siyasî yê Kurd e, û 20 salene li ser fikir û xebata xwe ya ji bo neteweya Kurd di girtîgehê de ye.
Hunermend wijdanên civakê ne
Hunermend Talîb Resûl helwêsta wezareta rewşenbîrî û pirraniya hunermendan jî rexne kir û got: “Hunermend û rewşenbîr wijdanên civakê ne. Dema ku ew bêdeng bûn û li ser dagirkeriyê tiştek nekirin tê wateya wijdana civakê miriye.”
Hunermend Talîb Resûl ji bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ye. Sala 1986’an dest bi karê hunerî kiriye. Çend sal in li derveyî welat dijî. 5 stran ji bo televîzyona wê demê ya Kerkûkê tomar kirin. Herwiha li gel Koma Muzîkê ya Şinrû û Mezopotamya çend berhemên wî yên din hene. Li ser Ocalan bû û li ser Efrînê, şervanên Rojavayê Kurdistanê stran tomar kirine.
ROJNEWS/SILÊMANÎ