
HIDIR ATEŞ / BERLÎN
Otobusa ‘Pirtûkxaneya Ocalan - Ji Ocalan û tevahiya girtiyêîn siyasî azadî’ piştî tûra xwe ya Swêdê, çû paytexta Elmanyayê Berlînê. Li ber Rote Rathaus a li meydana Alexenderplatzê Kurdistaniyan girseyî û bi peroş, bi gulan û sloganên ‘Be Serok jiyan nabe!’ otobus pêşwazî kir.
Li ser navê meclîsa jinan DEST-DAN´ê Safiye Erol li vir peyivî û got, “Em serfiraz in ku we li berlînê pêşwazî dikin. Azadiya Serok Ocalan azadiya tevahiya jinan e!”
Li ser navê komîteya pêşwazîkirinê bi Elmanî, Ingilîz û Kurdî daxuyanî hat dayîn û hat gotin, bi milyonan Kurd Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke îradeya xwe û rêberê xwe qebûl dike û dixwaze bi lezgînî bersiv bê dayînî endîşe û fikarên derbarê jiyana wî de. Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Bi pratîka xwe û fikrên xwe yên felsefî, bi zindîbûna Şoreşa Rojava re, birêz Ocalan ji bo gelên bindest ên dinyayê bû çavkaniyeke hêz û moral. Li vir em tevahiya sazî û dezgehên peywendîdar vedixwînin ku bi eka xwe rabin da ku dewleta Tirk tecrîdkirina şidandî ya giran bi dawî bike û bi Ocalan re tavilê hevdîtin pêk were.”
Jin wê Ocalan azad bikin
Di mîtînga pêşwazîkirinê de sloganên ‘Bê Serok jiyan nabe!’ , ‘Bijî Serok Apo!’ , ‘Terorîst Tirkiye, diktator Erdogan!’ û ‘Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan’ li meydanê deng veda.
Di mîtîngê de li ser navê Meclîsa Jinên Êzîdî ya Berlînê Nûrê Alkiş got, “Dîktatorê li Tirkiyeyê bila vê baş bizane, şervanên Rêber Apo destûr nedan hovîtiya DAIŞ´ê û qirkirina jinan li Şengalê. jinên ku bi felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin dê wî azad bikin.”
‘Şehîd namirin’
Gelek ji beşdarên çalakiya Otobusa Azadiyê endamên malbatên şehîdan in. Dayika du şehîdan Sultan Ograş ji ber ku roja mîtîngê rastîç salvegera şehadeta keça wê Sîbel Ograş (Bêrîtan) hat, peyivî: “Dewleta Tirk her devera Kurdistanê veguherand zindanê. Bila dinya hemû bi vê bizane, em serê xwe didin lê Serokê xwe nadin. Her milet xwedî rêber û serok e, çima yê Kurdan nebe! Li her deverî êrîş dikin, diperçiqênin. Em divê hev bigirin, bibin yek. Şehîdên me yên Kurdistanê ne, yên Kurdan in.”
Di dema mîtîngê de li ser dezgehan pirtûkên Ocalan hatin pêşandan û danasîn.
Bernameya îro
Di tûra Otobusa ‘Pirtûkxaneya Ocalan - Ji Ocalan û tevahiya girtiyêîn siyasî azadî’ de îro wê saet 18´an li ZAnîngeha Tekînîk a Berlînê (TK-Gebadau, Raum, Plenarium) bi beşdariya Hatîp Dîcle panelek tê organîzekirin.
Bernameya Berlînê ya Otobusa Azadiyê wê 8´ê Mijdarê bi gerandina karwanê wesaîtan ku wl ji ber avahiya Serokwezaretiyê saet 16:30´î dest pê bike, bi dawî bibe.