Bi armanca gotûbêjkirina rewşa dawî li herêma Kobanê û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî herêmê, Serokatiya Hikûmeta Herêma Kobanê bi amadebûna piraniya wezîr û cîgiran li Navenda Hikûmetê civînek li dar xist. Di civînê de Serokê Hikûmeta Herêma Xweser a Kobanê Enwer Muslim spasiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha got: “Banga Rêber APO hişt ku ciwanên herêmê û yên herçar parçeyên Kurdistanê û bi taybet ciwanên Bakurê Kurdistanê bi coş beşdarî seferberiyê bibin û cihê xwe di nava xebatên parastina herêmê de bigirin.” Muslim her wiha spasiya gelê Bakurê Kurdistanê ji bo beşdarbûna wan a nava seferberiyê û çalakiyên ku ji bo vê yekê li dar xistine, kir.

Di civînê de her wiha Wezîrê Xweparastinê Îsmet Şêx Hesen derbarê pêşketinên leşkerî li herêmê û berxwedana li dijî êrîşên çeteyan de axivî û diyar kir ku bi saya şervanên YPG’ê dê hemû pilan û êrîşên çeteyan bêne têkbirin û şikandin. Her wiha Wezîrê Tenduristiyê Neesan Ehmed û Wezîrê Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan Mustefa Ebdî derbar projeyên herdu wezaretan de axivîn û astengiyên rastî wan tên şîrove kirin.

ANHA/KOBANÊ