MÛRAT KÛSEYRÎ / ANF / STOCKHOLM

Parlamenterê berê yê Partiya Çepgir û endamê Meclîsa Şaredariya Orebro ya Swêdê, Mûrad Artîn li ser gefên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî.

Artîn nerazîbûn nîşanî Tirkiyeyê da ku Efrîn dagir kiriye û gefên xwe yên li ser Rojava zêde kiriye: “Helwêsta Tirkiyeyê ya li dijî Rojava, li hiqûqa navneteweyî nayê. Sûcekî li dijî peymanên navneteweyî ye. Ji ber ku Kurd, Asûr-Suryan, Ermen û Erebên li wê herêmê rêveberiyeke pirrengî ya xwerêveberiyê ava kirine, Tirkiye dixwaze bikeve Rojava.”

Artîn destnîşan kir ku Swêd, Yekîtiya Ewrûpa, DYE û Neteweyên Yekbûyî divê li dijî gef û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava derkevin: “Rojava li nava xaka Sûriyê ye. Ne herêmeke Tirkiyeyê ye. Tirkiye heman tiştî li bakurê Iraqê jî dike. Bombeyan li Kurdên li wir û PKK’ê dibarîne. Bomberdûman û operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk li dijî hiqûqa navneteweyî ne.”

Tirkiye divê dev ji berfirehkirina sînoran berde

Artîn anî ziman, pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî girîng a li Tirkiyeyê ye ku divê were çareserkirin: “Tirkiye divê hurmetê nîşanî mafên Kurdên li nava welêt û yên li deverên din bide. Mîna polîsan divê neçe welatên din û bomberdûmanê li wan welatan bike. Divê dewleta Tirk dest ji helwêsta xwe ya dînîtiyê ya ku dixwaze sînorên xwe berfireh bike, berde.”

Girtiyên siyasî berde

Artîn li ser tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê jî got, “Têkoşîn rê li ber serketinê vedike. Beriya her tiştî ti sedem nîne ku Ocalan li girtîgehekê bê hiştin. Ya duyemîn, divê mafên mehkûman ji bo Ocalan jî bên naskirin. Divê tecrîd bi dawî bibe. Tecrîdkirina girtiyan nayê qebûlkirin. Ocalan bi rengekî adîl nehate dadgehkirin. Ya divê ji nû ve bê dadgehkirin, yan jî bê berdan. Girtina parlamenter û rêveberên HDP’ê jî helwêsteke bi dînîtiyê bû. Ew hemû girtiyên siyasî ne. Yekane tişta ku divê Tirkiye bike, berdana girtiyên siyasî ye.”