Di 22'ê mijdara 2011'n de di bin navê "KCK'ê" de li gelek bajarên Tirkiyeyê li dijî parêzerên Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan operasyon hate lidarxistin û di operasyonê de ji 43 parêzerên Buroya Hiqûqa Asrînê yên hatin binçavkirin jê 36 parêzer hatin girtin. Li gel ku nêzî 5 mehin parêzer girtî ne, hêj îdîanameya der barê wan de amade nebûye. Hêj ne diyar e parêzer ji ber kîjan îdîayê tên darizandin. Parêzerên Ocalan ên hatin girtin, di bin çavan de têkildarî hevdîtinên wan ên li Girava Îmraliyê bi Rêbere PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk anîbûn pirsîn û ev hevdîtin wekî sedema sûc nîşan dabûn. Hatibû îdîakirin ku parêzeran di hevdîtinên bi Ocalan re fermana Ocalan ji rêxistinê re şandine. Lê li gel ve yekê dîsa Ocalan li dervî darizandinê hiştin û cih nedan îfadeya wî. Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan der barê parêzerên hatine girtin de name şand û xwest ew jî wekî şahid tev li rûniştina doza parêzeran bibe. Parêzerên 36 parêzerên Ocalan jî ji bo ku Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan di rûniştina dozê de wekî şahid têkeve dozê di 29'ê Sibatê de çûn Edliyeya Çaglayanê û bi daxwaznameyan serî li Dozgeriya Komarê ya Stenbolê dan û xwestin Ocalan bê guhdarkirin. Li gel 2 hefde di ser serlêdana parêzeran re derbas bû hêj dozger tu bersiv nedaye.

'Daxuyaniyên Ocalan girîng in'
8 parêzerên ku di navde Ercan Kanar, Gulîzar Tuncer, Bahrî Bayram Belen jî heye di daxwaznameyên xwe yên dan dozger de diyar kirin ku hevdîtinên bi Ocalan re hatine kirin hatine qeydkirin û parêzerên hatine girtin bi "Komîteya Rêbertiyê" tên sûcdarkirin. Parêzeran, di daxwaznameyê de anîn ziman ku di navenda lêpirsînê de Ocalan heye û pir girîng e ku Ocalan jî bê guhdarkirin. Parêzeran, da zanîn ku li gorî pîvanê hiqûqê divê li daxuyaniyên Abdullah Ocalan jî bê guhdardkirin.

'Divê li îfadeyên Ocalan jî bên guhdarkirin'
Parêzeran di daxwaznameya amade kirin de anîn ziman ku ji bo darizandina bêalî û li gorî 6'emîn xala Peymana Mafên Mirovan a Ewropaye pêk bê divê li gorî "Rêgeza mafê darizandina Adîl", "Rêgeza karîneya masumiyetê" û "lêpirsîna bêalî û bê pirsgirêk" lêpirsîn bê kirin. Parêzeran di daxwaznameyê de herî dawî de anîn ziman ku Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan di 3'ê Sibta 2012'an de nameya ji Buroya Hiqûqê ya Asrînê re şandiye û xwestiye ku wekî şahid bê guhdarkirin.

'Girtina parêzeran komploya siyasî ye'
Rêberê KCK’ê Ocalan di nameya ku ji parêzeran re şand diyar kir ku girtina parêzeran komploya siyasî ye û wiha got: "Ger ku wekî tê îdîakirin parêzer di "Komîteya Rêbertiyê de" cih digirin, wê demê divê di serî de îfadeya min bê girtin. Lê heta niha dozger serî li îfadeya min nedaye. Di îdîayên pir berfireh ên dozger de raste rast ez dibim hedef. Ji ber vê yekê divê berî her kesî min têxin nava lêpirsînê. Parêzerên ku bi tevahî di bin kontrola rêveberên TC'ê de diçin û tên hevdîtina wan zagonî ye. Têkildarkirina wan a bi rêxistinên veşarî û çalakger re rika hiqûqî û komploya siyasî ye."


MUTHA ÇETÎN - DÎHA/STENBOL