Koç: Niha ku tecrîd li dijî Rêber Apo hatiye şidandin, mirov bibe şirîkê berxwedan û helwêsta Rêber Apo, mirov di heman demê de ji dagirkeriya li dijî Rojava û Kurdistanê re jî dibêje, êdî bes e. Ev erka temamê miletê Kurdistanê û demokratên şoreşger e.

Suad Mistefa: CPT dibêje em li dijî êşkencê têdikoşin. Baş e, lîderê mirovahiyê ev 21 sal in di bin êşkenceyê de ye, ka hûn li ku ne! Lê em ê ti carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Heta ku Rêber Apo azad nebe, tirkiye û Rojhilata Navîn qet azad nabin.

Baskê Meşa Dirêj a li dijî Bêbextiya Navneteweyî yê Cenevreyê, doh dest pê kir. Di nava meşvanan de rewşenbîr, hunermend, siyasetvan û nûnerên saziyan jî hene. Meşa yekîtiya neteweyî ya li dijî Bêbextiya Navneteweyî ya 15ʼê Sibatê bi slogana “Azadî ji Ocalan re, Statu ji Kurdistanê re” bi rê ve diçe.

Di ser Bêbextiya Navneteweyî ya ku pê 15ʼê Sibata 1999ʼan Rêber Apo hat êsirkirin va ye 21 sal derbas dibin. Ev bêbextî îro bi siyaseta tecrîdkirinê dewam dike. Ev jî dike ku hêrsa bi milyonan Kurdistaniyî jî êdî her zêde bibe. Di salvegera bêbextiyê de wê 15ʼê Sibatê xwepêşandaneke navendî li bajarê Fransayê Strasbourgê bê lidarxistin. Wekî din 3 meşên dirêj bi rê ve diçin û baskê ciwanan ên van meşan 8ʼê Sibatê ji Frankfurtê dest bi meşa xwe kiribû. Doh baskê Cenevre û baskê Luxemburgê jî meşa xwe ya dirêj dan destpêkirin û ev hersê bask wê 14ʼê Sibatê bigihîjin Strasbourgê û 15ʼê Sibatê jî beşdarî xwepêşandana navendî bibin.

  Dawî li bêbextiyê bê dagirkerî jî bi dawî dibe

Li Cenevreyê bêhtirî sed rewşenbîr, hunermend, siyasetvan û nûnerên saziyan beşdarî Meşa Dirêj dibin. Şîarên sereke yên vê meşê “Em yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin, rêbertiya xwe azad bikin” û “Li dijî Bêbextiya Navneteweyî em yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin.” Meşê li peydana Place de Neuve a Cenevreyê dest pê kir û beriya meş dest pê bike jî beşdaran daxuyaniyek da çapemeniyê.

Li vir pêşî Hevserokê KCDK-Eʼyê Yuksel Koç peyivî û got, “Niha ku tecrîd li dijî Rêber Apo hatiye şidandin, mirov bibe şirîkê berxwedan û helwêsta Rêber Apo, mirov di heman demê de ji dagirkeriya li dijî Rojava û Kurdistanê re jî dibêje, êdî bes e. Ev erka temamê miletê Kurdistanê û demokratên şoreşger e.

Bi bîreweriya vê erkê, em ji bo ku yekîtiya neteweyî ya Kurd pêk bînin, li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê demokrasiyê bi pêş bixin, ji bo ku li ber Bêbextiya Navneteweyî û tecrîdkirina şidandî rabin, em ji Cenevreyê ber bi Strasbourgê ve bi slogana ‘Azadî ji Ocalan re, Statu ji Kurdistanê reʼ dimeşin.

Her kesê ku dixwaze li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê aştiyê ava bike, erka wî ya herî sereke ew e ku azadiya Ocalan biparêze.”

Ji bo Ocalan bêdeng nemînin

Piştre, dayika siyasetvana Kurd a ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi hovîtî qetil kirin, Hevrîn Xelefê, Suad Mistafa peyivî. Xelefê lanet li bêbextiyê barand û got, “Rêber Apo ne tenê ji bo miletê Kurd têdikoşe. Lê ev dinya hê jî beramberî vê bêbextiyê bêdeng e. Banga me li tevahiya mirovahiyê, parazvanên mafê mirovan û CPTʼyê ye. CPT dibêje em li dijî êşkencê têdikoşin. Baş e, lîderê mirovahiyê ev 21 sal in di bin êşkenceyê de ye, ka hûn li ku ne! Heta kengî hûnê çavê xwe li vê zilmê bigirin û wê nebînin? Lê em ê ti carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Heta ku Rêber Apo azad nebe, tirkiye û Rojhilata Navîn qet azad nabin.”

Piştî Suad Mistafa, ji Partiya Sosyalîst a Swîsreyî parlamenter Laurence Fehlmann Rielle got, “Ji bo ku ez pişta miletê Kurd bigirim û doza azadiyê ji Ocalan re bikim, ez li vir im. Nabe ku di sedsala 21ʼê de jî hîna mafên sereke yên gelê Kurd bên redkirin.”

Piştî axaftinan meşa çar rojan dest pê kir. Meşvan di dema meşê de bi gelek zimanan doza “Azadî ji Ocalan re, Statu ji kurdistanê re” dikin.

Roja yekê ya meşê bi mîtîngeke li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê bi dawî bû.

 

CENEVRE

 
 

Ocalan wê azad bibe

     

ERKAN GULBAHÇE / LUKSEMBURG

Baskê Meşa Dirêj a li dijî Bêbextiya Navneteweyî ya 15ʼê Sibatê yê Luxemburgê, bi beşdariya înternasyonalîstan bi rê ve diçe. 120 înternasyonalîstan doh bi slogana “Azadî ji Ocalan re, Statu ji Kurdistanê re, li dijî faşîzmê mil bi mil” dest bi meşê kir û ew ê 14ʼê Sibatê bigihin Strasbourgê.

Em bi hin înternasyonalîstan re peyivîn.

Anna Martina (Katalanya): Tevî komek heval em beşdarî meşê bûn. Em fikrên Abdullah Ocalan diecibînin, ji bo me gelekî bi qîmet in. Em êsîrbûna wî qebûl nakin.

Fionn Skiofz (Awustralya): Em ji bo nûneriya milyonan li vir in. Ji bo ku em heqbûna birêz Ocalan û daxwazên rewa yên miletê Kurd bi dinyayê bidin bihîstin, em li vir in. Dinya bêdeng, kor û kerr e. Ji bo ku em bikin ku dinya bibîne û biobihîse, em dimeşin.

Aratz Estonba (Welatê Baskê): Em dixwazin girtiyên siyasî hemû di serî de jî Ocalan bên berdan. Weke endamê miletekî tê tepisandin, ji bo piştgiriyê em li vir in.

Sidney Lackett (Başûrê Efrîka): Nelson Mandela 27 salan di hepsê de hat ragirtin, gava ku derket dinyayê hemûyî rêz jê re girt. Yên ku ji birêz Ocalan re û ji miletê Kurd re dibêjin terorîst wê ileh bişikin. Ocalan wê azad bibe.

 
 

Ciwan astengan nas nakin

   

Meşa dirêj a ciwanan bi armanca şermezarkirina komploya 15ʼê Sibatê, Şemiyê ango 8ʼê Sibatê ji Frankfûrtê destpê kir û tevî hewldanên astengkirinê yên polîsan hemûyan jî di roja pêncan de bi coş dewam dike. Ji Elmanya, Franse û Swîsreyê 120 ciwan di nava meşa dirêj de cih digirin. Ciwan bi duruşmeya “Destûra tecrîdê nede û bi Rêber Apo re azad bibe” wê 6 rojan bimeşin. Ji bilî hewldanên polîsan ên prokatîf hewa jî sar e, lê ciwan bi coş û xuroş li ser rêya xwe ne.

Di meşa ciwanan de 3 ciwanên ji Franseyê beşdar bibûn û ciwanekî Elman hatin binçavkirin. Ev hemû hewldanên polîs nikarîbû meşa ciwanan rawestîne. Ciwanan li Darmstadtê gerîlayê HPGê Firat Çîçek bi nasnav Baran Kaya yê 4ʼê Sibatê di bombebarana artêşa tirk de şehîd bibû bi bîr anîn. Di bîranînê de Amargî Şengal axivî û got, Çîçek ji bo li Kurdistanê şer bike ji Ewrûpayê çû û divê ciwan têkoşînê baş fêhm bikin.

Ciwanan li Munsterê jî gerîlayê HPGê Baran Kaya tevî malbata wî bibîranîn û gelek kurdistanî jî beşdar bûn. Baran Kaya ji Kurdên Anatolya Navîn e, û sala 1996an li Elmanyayê ji dayik bû. Kaya sala 2017 beşdarî nava refên têkoşînê bibû. Malbatê di merasîmê de got, kurê me cangoriyê gelê xwe ye.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN