Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê di zindana taybet a navdewletî de ji bîst salan zêdetir êsîr e. Rêber Apo yekem kes bû, ji bo şerê li Rojhilata Navîn têgîna “Şerê Cîhanê yê Sêyemîn” bi kar anî. Pêşbîniya gelek bûyerên îro diqewimin, wî kir. Ne tenê ev kir, wî bi sedem û paşxanên wan ên dîrokî, ew analîz kirin. Ji vê ye, nahêlin dengê Rêber Apo were bihîstin. Hevdîtina wî ya bi malbatê û parêzeran re tê astengkirin.
Di van rojan de pîlaneke dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê digere. Ev pîlana em qala wê dikin di rojeva me de weke Zînî Wertê cih girtiye. Dijminatiya dewleta Tirk a bi armanca qirkirina gelê Kurd hewce bi nîqaşê nahêle. Ji lewra pêdaketina vî alî me navê. Lê di çarçoveya pêşbîniya Rêber Apo de em dixwazin cih bidin axaftineke wî ya di sala 1996'an de kiriye. Axaftin saet û nîvê bi vîdeo heye. Me tenê du deqe û nîv ji vê axaftinê wergirtin. Dema vê axaftina hatiye kirin, dîsa bombardûman heye û heta nêz wextekî de êriş li dijî Mexmûriyên wê wextê heye.
Ka binêrin Rêber Apo çi dibêje:
“Partiyên Başûrê Kurdistanê bang li me kirine. Partiyên li Başûrê Kurdistanê li ser bombardûmankirina Başûr bêdeng û bê reaksiyon dimînin. Ya rastî, sedema sereke ya vê yekê jî ew e, piraniya van partiyan di bin bandora dewleta Tirk de ne. Naxwazin bi xurtî li ber rabin, gelek berjewendiyên xwe jî pê re hene. Berê jî hin dewletên din jî Kurdistan bombarduman dikirin, heta bi wan re radibûn û alîkarî didan wan. Li ser me jî bombardûman hat kirin û heta niha li hemberî van ti beyan û daxuyanî nehatiye dayîn. Ev ne tiştekî baş e. Û ti feydeya xwe ji bo gelê Başûr tineye, berevajî bêhtir dibe sedema xirabiyê. Ji ber vê, em dibêjin Kurdistan yek e. Bombardûman li ku dibe bila bibe, divê mirov li dij be, li ber rabe. Kîjan dewlet dibe bila bibe, divê mirov li dij be. Banga me ev e, û bêyî vê yekîtî çênabe. Kes jî nikare xwe durist bihesibîne. Destûrê bide filan dewletê bila were agir berde, bişewitîne û tu bêdeng bimîne, Kurdayetî bi vî awayî nabe. Ji bo vê jî banga me ji bo Başûr û ji bo gelê Kurd ew e; agir berdan û bombebarankirin ji ku tê bila bê, kî dike bila bike, divê mirov li dij be û bi xurtî dengê xwe li dij bilind bike û bi hev re li dijî wê şer bike. Rêya rast ev e, û ev e ya valakirina Kurdistanê bide sekinandin. Ev siyaseta durist dikare bombardûmanê bisekinîne." NAVENDA NÛÇEYAN