Kurdistaniyên li bajarê Elmanyayê Duisburgê û li bajarê Franseyê Rennesê daketin qadan û daxwaza azadiya Ocalan kirin. Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê jî 'Koordînasyona ji Ocalan re Azadî' bi civînekê dest bi kar kir.
Li Duisburgê, Kurd ji bo azadiya rêberê xwe daketin meydanan. Li ser banga Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E ev mîtîng hat lidarxistin. Zêdeyî 500 kesî li ber avahiya Şaredariya Duisburgê civiyan û mîtîngek pêk anî. Li ser navê girseyê li vir hat gotin, "Tecrîdkirina ku faşîzma AKP'ê û dîktatoriya Erdogan li dijî Serok Abdullah Ocalan dimeşîne bi rêk û pêk hê dewam dike." Piştî mîtîngê Kurdistanî ji ber avahiya şaredariyê heta Gara Trenê ya bajêr meşiyan.
Ji bo aştiyê pêwîst e Ocalan azad be
Li bajarê Franseyê Rennesê, Kurdistanî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan meşiyan. Meclîsa Gel a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Rennesê pêk hat û gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn. Girse saet 16:00´an li ber lokala NCDK´yê civiya û bi gotina dirûşma "Azadî ji Ocalan re" ber bi avahiya Şaredariya Rennesê ve meşiya.
Li pêşiya avahiya Şaredariyê jî mîtîngek hate lidarxistin. Hevserokê NCDK li Rennesê Mezher Kiliç li vir peyivî û got, "Em daxuyaniyên DYE, YE û Tirkiyeyê yên li ser aştiyeke mayînde ya li Rojhilata Navîn ji dil nabînin. Navnîşana aştiya mayînde û aramiyê Îmrali ye. Lewma beriya her tiştî divê Birêz Ocalan azad bibe."
Li Îtalyayê Koordînasyon
Li bajarê Îtalyayê Mîlanoyê jî "Koordînasyona ji Ocalan re azadî", ku ji aliyê Komîteya Kurd a li Îtalyayê ve hat organîzekirin, bi beşdariya saziyên Îtalyayê dest bi karê xwe kir. Koordînasyona ku ji bo meşa 11'ê Sibatê hat amadekirin, bi civînê dest bi kar kir.
NAVENDA NÛÇEYAN