Hindekarê Zanîngeha Enqereyê Prof. Dr. Mîthat Sancar pêvajoya çareseriyê ya ku ev 2 sal in didome, gavneavêtina hikûmeta AKP’ê, rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê rayedarên hikûmetê ve dane nîqaşkirin, polîtîkaya AKP’ê ya Rojava, serhildana Kobanê ya 6-7’ê cotmehê û piştî wî amadekirina pêşnûmeya paketa ewlehiyê ji bo DÎHA’yê nirxand. Prof. Sancar diyar kir ku ji ber ku hikûmet gavên pêvajoyê pêş bixe navêje dem bi dem krîzên ku bandorê li pêvajoyê dike derdikevin holê lê qet yek ji van wekî krîza piştî çalakiyên Kobanê nebûn. Ji bo serhildana Kobanê ya 6-9’ê Sancar nirxandina “pêvajo yekem car evqas xitimandineke kûr jiya û asê ma” kir û got ku ji bilî vê jî bandora faktorên din jî hebû, ev jî pevajo nekirina malê cemaweriyê û Rojava wekî parçeyekî pêvajoyê nedîtina hikûmetê bû.

AKP mijarê taloq dike

Sancar diyar kir di pêvajoyên çareseriyên de alî dibe ku xwedî heman hedef û hesaban nebin, ev tiştekî asayî ye lê bi vê re divê cudatî ji holê bên rakirin, riya vê yekê jî muzakere ye. Sancar anî ziman ku ji bo pêvajo li ser piyan bimîne û bêçalakîbûn bidome ji bo vê diyalog heta noqteyeke girîng e, lê heke ev mayinde bibe divê derbasî pêvajoya muzakereyê bin. Sancar destnîşan kir kul ê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gavên ku divê bên avêtin ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve her tim tê taloqkirin û ev yek jî dibe sedema hin pirsgirêkan.

Pêvajo bê Rojava nabe

Sancar got ku divê xalê de mijara herî sereke Rojava ye û di navbera tevgera kurd û hikûmetê de di mijara Rojava de cudatiyên feraset û hedefê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rojava ji bo tevgera siyasî ya kurd çiqas girîng e û bi taybetî jî ji bo Ocalan çiqas girîng e gelek caran hatibû gotin. Ocalan bi xwe gotibû Rojava xeta sor e. Ev jî beriya salek û nîv anîbû ziman. Piştre jî heman tişt anî ziman. Ligel vê yekê jî hikûmetê Rojava weyî parçeyeke pêvajoyê nedît û red kir, neqebûlkirina vê heqîqetê sedama kîrîza ku hate jiyîn bûn. Niha AKP’ê ji bo Kobanê xwest polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê bixe pratîkê. PYD û xweseriya li wir nas nake. Lê tevgera kurd jî çiqas girîngiyê dide herduyan jî gelek caran anî ziman. Cudatî heta ciheke dikarin bên fêmkirin. Lê heke hûn pêvajoyeke didin meşandin, wê demê divê hûn li ser maseyê van mijaran nîqaş bikin. Wê demê dikare xalên hevpar bên dîtin, krîz ewqas mezin nedibû.”

‘AKP hêza Kurdan hezim nake´

Sancar bilêv kir ku AKP xweseriya li Rojava û bandora kurdan a li Rojhilata Navîn niha hezm bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ditirsin ku xweseriya li Rojava li Tirkiyeyê jî daxwazên bi vî rengî zindî bigire. Lê çareseriya vê jî heye. AKP nemecbûr e hemû daxwazên tevgera kurd a ji bo Rojava qebûl bike lê divê nîşan bide ku ji bo nîqaşa vê yekê amade ye.” Sancar got ku hikûmeta AKP’ê, Tevgera Siyasî ya Kurd û Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê êdî ji bo nîqaşkirina rewşa Rojava amade bikin, ji van nîqaşan re vekirî bin û wiha berdewam kir: “Şerta vê ew e ku ewil AKP yan jî hikûmeta AKP’ê yan jî hikûtema tirk divê dijminatiya li dijî Rojava û PYD’ê berde. Dibe ku hema nas nake. Lê heke dijminatiyê bike dê dîsa alozî derkevin holê.”

‘Şertên Ocalan baş bikin´

Sancar ê ku girîngiya Rojava ya ji bo pêvajoyê bi vî rengî nirxand pirsgirîka din a pêvajoyê jî nekirina malê cemaweriyê nirxand. Sancar destnîşan kir ku bi derxistina yek-du qanûnê şelû ve bi pozîsyona neyê nayê derketin û wiha berdewam kir: “Divê şertên Ocalan ê ku nûnerê herî girîng ê muzakereyê didomîne ye bê sererastkirin. Sererastikrin tiştekî wisa tevlihev nîn e, divê çi bê kirin li holê ye. Divê bi yekîneyên din ê rêxistinê re bikaribe têkîiyan dayne, ji bo vê şert bên amadekirin dema pêkanîna hevdîtinan de divê bikaribe heyetên xwe ava bike.”
Sancar li ser mijara ku aliyê kurd her tim tîne ziman a ji bo pêvajo bi çavderiyê “çavên sêyemîn” vê bidome jî nirxandin kir û got ku hikûmeta AKP’ê her çiqas dixwaze pêvajo di bin kontrola wan de bimeşe jî divê Lijneyeke Şopandinê yan jî ya Hakeman di demeke kin de bê avakirin. Sancar got ku divê hikûmeta AKP’ê dev ji feraseta “ez dizanim” berde û xwe ji pêkanînên adijdemokatîk rizgar bike, ji ber ku ev pêwîstiyek e.

AKP mijara Ocalan bikar tîne

Sancar bilêv kir ku rewşa Ocalan a ku aktorê serekê yê pêvajoyê ye ji aliyê hikûmetê ve dem bi dem dikin mijara nîqaşê û ev yek ji aliyê kurdan ve wekî “polîtîkaya mijulkirinê” tê nirxandin. Sarcar anî ziman ku berdewamkirina vê yekê ji bo pêşeroja pêvajoyê tiştekî neyînî ye û wiha berdewam kir: “Hin krîzên ku di pêvajoyê de tên jiyên dê jixwe pêvajo têk bibira. Heta niha Ocalan krîzên derketin çareser kir, aktorê herî mezin ew bû. Heke pêvajo heta îro hatiye ev bi saya nêzîtakiya Ocalan a pêşdîtin û nêzîkatiya wî ya derdirêj e. Niha heke hûn aktorekî ku evqas bandora wî heye bidin nîqaşkirin, wekî ku di navbera wî û hemayên din ên tevgerê de wekî ku nakokî heye nîşan bidin hûn ê şaşîtiyekî mezin bikin. Hûn neheqiyê hem li welat bikin hem jî pêvajoyê. Divê dev ji vê polîtîkayê berdin.”  

DIHA/AMED