Li herêma Normandie ya Franseyê meşa bi daxwaza azadiya Ocalan meşek bi rê ve çû û li bajarê Îtalyayê Mîlanoyê jî di çarçoveya kampanya “Ji Ocalan re Azadî” de hewldana komîteya “Ji Ocalan re azadî” dest pê kir. 

Ciwanên Kurd li herêma Normandie ya Fransayê hatin cem hev û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. 

Çalakiyê li ber gara trenan a Mantes La Jolie dest pê kir, gelek ciwanên Kurdistanî hatin cem hev û pergala êşkenceyê ya Îmraliyê jî bi meşa xwe şermezar kir.

Di meşê de ciwanan posterên Ocalan hatin hilgirtin, her wiha alayên PKK’ê jî hatin libakirin û ji Ocalan re azadî hat xwestin. Ciwanan çalakiya xwe li ber şaredariya Agorayê qedand.


Hewldana komîteya ‘Ji Ocalan re azadî’

Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê, bi banga Komîteya Kurd a Mîlanoyê, şoreşger, nûnerên saziyên anarşîst û komunîst ên Îtalyayê li komeleya Kantîera civiyan û di çarçoveya kampanya “ji Ocalan re azadî“ dest bi hewldana komîteya “Azadî ji Ocalan re” kirin.

Di civînê de hat gotin ku li dijî her astengiya li ber azadiya fîzîkî ya Ocalan, divê ew bi hevparî tevbigerin û kar û barên di vî warî de werin kirin, lazim e ew weke wezîfeyeke dîrokî û wijdanî bi cih bînin.

Hat destnîşankirin, ku ji bo paradîgmaya Ocalan bigihîje gelê Îtalyayê wê hin civîn û semîner bên organîzekirin. Civîn bi amadekirina plansaziyê qediya.  


 ANF / PARÎS-MÎLANO




Azadiya Ocalan li 5 parzemînan


Di çarçoveya kampanya KCDK-E´yê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan de li pênc parzemînan çalakî û xwepêşandan wê bên lidarxistin. 

Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç li ser kampanyayê axivî û got, “Rojeva bingehîn a hemû çalakî û xwepêşandanên me yên sala 2018’an wê azadiya Serok Apo be.”

Ocalan, ev 18 sal in li Girava Îmraliyê tecrîdkirî ye û bû 2 sal ti agahî jê nayê girtin; Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK), di çarçoveya biryara kongreya xwe ya asayî de dest bi kampanya “Azadî ji Ocalan re” kir. Kampanya wê salekê bê navber dewam bike. Ji Japonyayê hate Kanadayê, wê bi çalakî û xwepêşandanan tecrîdkirina Ocalan were şermezarkirin û daxwaza azadiya Ocalan bê kirin.

Di çarçoveya kampanyayê de Ji meha Îlonê û pê ve jî wê li gelek welatan çalakî û xwepêşandan pêk werin. Dirûşma bingehîn a van çalakiyan jî wê “Azadî ji Ocalan re” be. Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç li ser kampanyayê îşaret bi girîngiya azadiya Ocalan ji bo Kurdan kir, got, “Azadiya Ocalan di serî de gelê Kurd, azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn e” û bang li hemû hêzên demokrasiyê kir ku beşdarî kampanyayê bibin.  Koç bang li her kesî kir ji bo beşdarî çalakiyan bibin û got, “Her Kurd li ku dibe bila bibe, lazim e beşdarî van çalakiyan bibe û bi rengekî çalak cih di navê de bigire. Di vî warî de pêwîst e mirov bi berpirsyariyeke cidî rabe. “