Di roja sisiyan a Mihrîcana Mîtan a Şanoyê ya 4‘an de lîstika şanoyê ya bi navê “Odeya bê çivîk” hate nîşandan. Doh jî lîstika şanoyê ya bi navê Olîmpiyad hat nîşandan. Îro roja 5´an a mihrîcanê ye û ew ê heta 6´ê Sibatê dewam bike.
Di çarçoveya mihrîcanê de şano li ser dika şanoyê ya Çiyayê Kurmênc a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê tên nîşandan. Nivîskarê lîstika “Odeya bê çivîk” Ferhan Bilbil e ku pêr êvarê hat nîşandan. Derhêrnera wê endama Tevgera Kevana Zêrîn a kantona Efrînê, Zeyneb Mihemed e.
Hola şanoyê bi beşdaran bi serî ve mişt bû. Destpêkê lîstokeke li ser komkujiya li Til Rifetê ya li dijî zarokên Efrînê, hate nîşandan.
Piştre “Odeya bê çivîk” hate nîşandan. Şano çîroka hezkirinê ya keç û xortekî vedibêje. Keç salê carekê hezkiriyê xwe dibîne, ji ber ku hezkriyê wê bi sedemên ne nenas hertim diçe. Her çiqas ku keçik daxwaza zewacê dike jî hezkiriyê wê mijarê bi paş dixe.
Piştre keç li pirtûkxaneyê ciwanekî din nas dike û ew xort wê bi aliyê xwe ve dikşîne, lê hezkriyê xwe ji bîr nake.
Di dîmenê dawî yê şanoyê de, hezkiriyê wê vedigere û careke din di navbera wan de pirsgirêk derdikevin, ji ber vê yekê neçar dimîne dev ji wî berde. Ew dibêje, ew ê tenê bimîne ji ber ku hêza wê heye û jiyana xwe ya nû dewam bike, her wiha bendên civakê ku jinan lewaz dibîne, bişikîne.
Aktor Rênas Xemgîn behsa rewşa şanoyê li kantona Şehbayê dike û dibêje, “Ev mewsimê duyemîn e ku beşdarî mihrîcana Mîtan dibim. Di vê mewsimê de beşdarî şanoya “Odeya bê çivîk” bûme ku behsa çîroka hezkirinê di navbera keç û xortekî de dike, çawa mêr di civakên Rojhilata Navîn de nêrîneke biçûk li jinan dinêrin. Di dawiyê de berevajî wê nêrînê, diyar dibe ku jin ji îradeya xwe hêzê digire.”
Doh jî lîstika şanoyê ya bi navê “Olîmpiyad” hat nîşandan.
ANHA/ŞEHBA