Fatîma Muhemed: Mala min cihê kombûna dîrokê û jinan e. Gelek caran jinên taxa min tên li gel min dicivin, da ku ji xwe re li vê dîrokê binêrin. Ez pirr kêfxweş im ku ez çanda xwe diparêzim. Hêviya min heye ku hemû dayikên Kurd qîmetê bidin çand û dîroka xwe, li wan xwedî derkevin. Çimkî heger çanda me tine be, em jî tine ne.
SARA ŞÊX HESEN / JINNEWS / HELEB
Bibîranîn, bîra kolektîf, berhevkirina û nîşandana berhemên vê bîrê ava dikin, heta niha bêhtir li meydan û mekanên fermî derdikete pêş. Lê berlê bi arkeologên amator, berhevkarên kel û pelên etnografîk ev ytek diguhere. Nexasim li Rojavayê Kurdistanê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek kesên elaqedar malên xwe, hewşên xwe yan jî qismek ji dikan û odeyên xwe weke mekanên avakirin û nîşandana bîra kolektîf û bibîranînên civakî bi karanîn. Yek ji van jî li taxa Şêx Meqsûd a Helebê jina Kurd Fatîma Muhemed e. Fatîma Muhemed a ku dayik e, diyar dike ku her dem dayikan nirxên çanda kevnar parastine û wiha peyivî: “Çanda me nasnameya me ye. Dayikên Kurd çanda kevnar diparêzin. Ev ji bo min şanazî ye.”
Ji dîrokê heta niha tim çand bi dayikan tê naskirin. Jinên ku alavên xwe yên kevnar ji tinebûnê diparêzin, têkoşîna xwe didomînin da ku her tim zindî bimîne. Mînaka vê yekê Fatîma Muhemed a 39 salî ye, li Şêx Meqsûda Helebê dijî û xwediyê sê zarokan e. Ew dibêje, “Ez alavên kevnar diparêzim da ku çanda me her zindî bimîne û neyê jibîrkirin. Dema çanda me bê jibîrkirin ew ê ji bo me ne baş be. Lewma divê em her dem çanda xwe biparêzin.”
Odeyek ji mîrateya çandî re
Jixwe, serpêhatiya Dayika Fatîma jî xwedî taybetmendiyeke cuda ye. Dema şerê li Sûriyeyê dest pê kir, li taxa Şêx Meqsûdê jî şer giran bû, dayîka Fatîma ji mala xwe derneket. Mala wê, dema mirov lê dinihêre, ji kelepûr û mîraseya çandî ya Kurdan kêlî û zemanan tê de dibîne.
Li ser berhevkirina kel û pelên kevin û raxistina mala xwe bi tiştên ji çanda Kurd û amûrên kevin, Fatîma dibêje, “Bi komkirina tiştên dîrokî û berhemên berê, ez kêfxweş dibim. Caran, dema ez diçûm serdana mirovên xwe û min tiştên dîrokî li gel wan didîtin, gelekî bala min dikişand ser xwe. Ji bo wê jî dema min dibihîst ku alaveke dîrokî li deverekê tê çêkirin yan jî firotin, bi lez min xwe digihand wî cihî ji bo ez wê bistînim. Tişên wiha balkêş in û çanda me bi me didin nasîn. Min odeyek li mala xwe ji alavên dîrokî re veqetandiye û van tiştan lê kom dikim. Ez ji çanda Kurdî ya resen hez dikim.”
‘Çanda min nasnameya min e’
Di dewamê xwe de Fatîma balê dikşîne ser bandora sîstema kaptelîzmê wiha dipeyive: “Bandora sîstema kapîtalizmê dibe sedem ku gel çanda xwe ji bîr bike. Nasnameya mirovan di destpêkê de bi rêya çandê tê naskirin ji bo wê jî her çiqas em çanda xwe biparêzin, wê demê em nasnameya xwe ya kurdewariyê jî diparêzin.”
Fatîma dide zanîn ku caran jinên taxa wê ji bo ji xwe re li dîroka di mala wê de binêrin li gel wê dicivin û wiha gotinên xwe bi dawî kirin: “Mala min cihê kombûna dîrokê û jinan e. Gelek caran jinên taxa min tên li gel min dicivin, da ku ji xwe re li vê dîrokê binêrin. Di nav de jî hezkirina wan ji çandê re çêdibe û rojên dayikên xwe yên berê tînin bîra xwe. Ez pirr kêfxweş im ku ez çanda xwe diparêzim. Hêviya min heye ku hemû dayikên Kurd qîmetê bidin çand û dîroka xwe, li wan xwedî derkevin. Çimkî heger çanda me tine be, em jî tine ne.”