Nûvîn Berwarî bi The Blue Room (Odeya Şîn) çanda Kurdî belge dike û nîşan dide.
Hunermenda Kurd a li Nashville a Emerîkayê, Nûvîn Berwarî, di heman demê de di sala xwe ya dawî ya xwendina zanîngehê ya li Zanîngeha Dewletê ya Tennessee ye. Ji pratîka wê ya hunerî reng, resm û peykeran dida der, lê ew bi van razî nedibû. Wê dixwest di heman demê de çand û dîroka Kurdan belge bike. Ji ber wê jî gava ku professorê wê Sam Dunson got ji bo pêkanîna fikra xwe bila li odeyên vala ên li jêrzemîna Elliott Hall a li kampûsa zanîngehê binihêre, deriyek jê re vebû û wê ew derî kire deriyê Odeya Şîn.
Gava mirov dikeve Odeya Şîn, 100 şînokên li ser dîwar neqişandin xêrhatina mêvanan dike. Ji bo vê yekê Berwarî dibêje, her kesa dikeve hundirê vê odeyê, bi vî rengî parastî ye li dijî çavpêvedanê: “Min xwest kesa kete hundir xwe li malê hîs bike.” Ji bo vê jî wê merş û xalîçeyên Kurdî di odeya diduyan de bi kar anîne. Kesa bikeve hundir wê şekalên xwe ji piyên xwe bike, ji ber ku li malê mirov bi şekalan nagerin. Ew mêvanên xwe agahdar dike: “Gelek merş û xalîçeyên ku weke yên Farsan tên nasîn, ya rastî yên Kurdî ne.” Mêvan dikarin li ser van merşan rûnin, bigerin û bi dilê xwe rehet lê binihêrin û xwe jî lê rehet bikin. Wê li vir wekî din tiştekî çêkirî jî daniye, belkî jî protestoyek li dijî Sedam Huseyin ê ku navê xwe li ser Babylona wê ji xwe re da avakirin, dayî nivîsandin. Li ser her fayanseke li vê odeyê dinivîse “Kurd im”.
Odeyeke sêyem jî heye, Nûjîn Berwarî ew bi înstalasyona xwe veguherandiye hicrikeke zindanê. Di nava wê de jî cilûbergên Kurdî yên jinan daliqandî ne; ew berxwedana jina Kurd Leyla Qasim û Leylayên din sembolîze dike.
Dê û bavê Nûvînê hê sala 1977´an bûne penaber û xwe gihandine Bakurê Emerîkayê. Ew jî li wir hatiye dinê.
Înstalasyona Barwarî wê heta meha Tebaxê vekirî be.
NASHVILLE