EGÎD EREN
Serbest Salih dilsozekî hunerê wênegiriyê ye. Serpêhatiya wî ji Kobanê dest pê kiriye û ew niha li Mêrdînê dimîne û navçeya wê Nisêbînê dişixule. Ew niha li Nisêbînê, Mêrdînê û navçeyên din ên Mêrdînê hunerê xwe fêrî zarokan dike.
Komeleya “Li her derê huner/Sirkhane” atolyeya bi navê “Dark Room (Odeya tarî)” li dar dixe. Bi vê atolyeyê armanca wê ew e ku xwe bigihîne zarokên li herêmên şer, hem bike ku ew dinya nava xwe bidin der û hem jî heyata wan xweş û bedew bike.
Serbest Salih ê 26 salî li Heleb-ceyê wênegirî xwendiye û bi karê wênegiriya belgekirinê re elaqedar e. Serbest Salih ji wan kesan e ku di dema êrişa DAIŞ´ê de ji Kobanê qetiyaye. Ew niha li Mêrdînê, rêveberiya “Dark Room”ê dike. Ew zarokên weke xwe penaber û zarokên ji Nisêbîn û navçeyên din ên Mêrdînê li vê atolyeya wênegiriyê tîne cem hev.
Jixwe, Sirkhane jî zarokên Kurd, Tirk, penaberên ji Iraq û Sûriyê têne cem hev. Atolyeya Dark Roomê fêrî zarokan dike ka ew ê çawa wêneyan bi manedarî bigirin, wênegiriya analog çawa ye û mirov çawa wan çap bike.
Serbest Salih dibêje, “mirov wênegiriyê weke rêbaza pedagojîk bi kar bîne, ev yek hem derfetê dide zarokan dinyaya xwe nîşan bidin, hem jî afirîneriya wan bi pêş dixe. Heger mirov nûkeriyekê yan jî guhertinekê bixwaze, divê mirov bi wênegiriya analog dest bi meseleyê bike.”
Serbest ê ciwan jî dixwaze hûrgiliyên vê yekê hînî zarokan bike.
Pira Dark Roomê
Serbest Salih beriya bi sê mehan li muzexaneya Mêrdînê pêşangehek vekiriye û bi projeya Dark Roomê jî xwe gihandiye 260 zarokan. Serbest dibêje, Dark Room di navbera penaberan û xelkê bajêr de bi rola pirekê radibe: “Cudakeriyeke li herdu aliyan bi pêş diket, hebû. Min kom çêkirin û di nava wan de hem zarokên ji xelkê bajêr û hem jî zarokên penaber bi cih kirin. Bi vê yekê wan dest pê kir fikrên xwe bi hev re parve kirin, keysa xwe lê anîn nêzî hev bibin û bibin heval. Vê yekê tesîreke erênî li malbatan jî kir. Wan hev nas kir, û wan dest pê kir ku serpêhatî û çandên xwe bi hev re parve bikin.”
Encam bêqisûr in
Serbest Salih dibêje, şaredariya Nisêbînê ji bo xebatên wî odeyek daye wî û wiha dipeyive: “Nisêbîn ji wan deveran e ku şerî tesîr lê kiriye. Sala 2015´an şerekî du salî çêbû. Hem kesên li Nisêbînê û hem jî penaberên li wir stirî, tesîra şerî li hemûyan bû. Ev du meh in ku min atolyeya xwe li Nisêbînê vekiriye. Lê ez dikarim bibêjim, encam bêqisûr bûn. Zarok pirr jêhatî ne.”
Dixwaze biçe gundan hemûyan
Serbest Salih dibêje, xewn û xeyala wî ye alîkariyê bi her zarokê re bike ku pêdiviya wê bi alîkariyê heye; ji bo vê jî projeyeke wî heye: “Odeya reş a difire. Yanî ez plan dikim di nava konteynerekê de odeyeke reş çêkim. Ez dixwazim li seranserê Tirkiyeyê li gundan bigerim û xwe bigihînim zarokên pêdiviya wan bi alîkariyê heye.”
Dinya zarokan diguhere
Li gorî Serbest ê ciwan, wênegirî dinya zarokan diguhere: “Malbatan, gava wêneyên keçan girtî dîtin, êdî wan dest bê kir keçên xwe destek û teşwîq bikin. Hin malbatan zor li zarokên xwe dikir da ku kar bikin. Di dema atolyeyê de em behsa mafên zarokan û zewicandina zarokan jî dikin da ku em alîkar bin ew jiyaneke civakî ya durist ava bikin. “
Wêneyê destpêkê yê zarokên ji Rojava
Zarokên ji Rojava koçber bûne, di cîh de nikarin biçin dibistanê. Serbest Salih li ser mijarê dibêje, “Tê bîra min zarokekî wêneyê portre yê birayê xwe girtibû yê ku ji mêj neçûbû dibistanê û wê ji nû ve hîna nû biçûya. Piştî ku wêne girt, film quliband û di dawiyê de wêne da birayê xwe. Malbat bi pirranî dibêjin, zaroka wan êdî bûye wênegira malbatê.”
Serbest pêşî behsa kompozîsyon, çîrokên belgeyî dike, piştre hefteyekê, diduyan kamerayê dide zarokan. Piştre jî wan fêr dike li odeya tarî filmên wêneyan biqulibînin.
Pişta wan bigirin
Serpêhatiya Dark Roomê qe-derê 2 salan li dûv xwe hiştine. Pêşî rêxistina Elman Welthungerhilfe 8 mehan destek daye wan. Niha ev têkilî nîne. Hin malzeme û kaxezên çapê ji derveyî Tirkiyeyê ji wan re tên lê bacên dewleta Tirk van malzemeyan gelekî buha dikin. Serbest Salih dibêje, ji bo ku projeyên xwe bi cih bîne, pêdiviya wî bi alîkariyê heye.