Platforma Hiquqnasên Azadîparêz (OHP), li dijî xerakirin û talankirina Heskifê li Dozgeriya Komarê ya Êlihê gilî kir û xwest bi lezgînî tevdîr werin girtin.

OHP´ê têkildarî xerakirin û talankirina Heskîfê ji bo berpirsiyar werin darizandin û cezakirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê da û gilî kir. Platformê di daxwaznameya giliyê sûc de diyar kir ku Heskif qada sît e û mîrateyên wê nayên veguhestin û guhertin.

Parêzeran di daxwaznameyê de anî zimên ku li gorî hêjmara 2863'an a Qanûna Parastina Berhemên Suriştî û Çandî ya xala 65'an û li gorî xalên TCK’ê zerarkirina li van berheman sûc e. Parêzeran anî ziman ku parastin û bipêşxistina warê dîrokî û çandî Heskîfê li gorî peymana Qanûna Bingehîn û peymanên Navneteweyî divê bê parastin û ji ber vê yekê divê bêhtir nirxên çand û dîroka Heskîfê neyên wêrankirin û talankirin. Parêzeran xwest kesên ku bi dînamîtan Heskîf hilweşandine bên darizandin û cezakirin. 


 DÎHABER/ÊLIH