Li Mîrtiyên Yekbûyî yên Ereb, Trîennîala (festîvala sê salan carekê) a Mîmariyê ya Şercehê wê Sibata 2020´an çêbe. Beriya wê, edîsyona yekê ya danesîna bernameya wê hat eşkerekirin. Di bernameyê de wê du filmên ku Marwa Arsanios li ser Mîmariya Ekolojîk amadekirine bên nîşandan. Di van filman de projeyên jinên Kurd ên rojava jî cihê xwe digirin. Marwa Arsanios hunermendeke dîmen û tişta dîtbarî ye. Ew pratîkên çandiniyê û cotkariyê weke destpêlka lêkolîna xwe dibîne. Wê di van filmên xwe de berê xwe daye cotkariya komunal a komên ku ew weke oko-femînîst bi nav dike. Ew nexasim jî li Rojava berê xwe dide xebatên Kongreya Starê. Di Trîennîal Şercehê ya 14´an de ku Sibata bê wê bi rê ve biçe wê du înstalasyonên wê yên bi vîdeo hebin ku ev herdu filmên hanê wê bên nîşandan. Ew wekî din balê dikişîne ser jinên li welatên mîna Kolombiya û Meksîkoyê jî.
NAVENDA NÛÇEYAN