5 ciwanên Kurdistanî yên ji bajarên cihê li Mêrsîne gihîştin hev û bi navê “Koma Waweylî” komeke mûzîkê ava kirin. Ciwan, her roj li kolaneke Mêrsînê stranên xwe dibêjin. Ji solîstên komê Ebru Şahînkaya der barê armancên komê de got, ew dixwazin nîşan bidin ku huner dikare li her derê were kirin. Şahînkaya da zanîn ku ji ber newayên Kurdî bala mirovan dikşîne û mirov şaş û metel dinînin ji ber ku wan navê komê daniye “Waweylî.”
‘Hemû kolan di bin zextên dewletê de ne’
Şahînkaya diyar kir ku ew ji zaroktiya xwe ve bi çanda Kurdî ve mezin bûye û ji bo danasîna vê çandê ew li kolanan karê mûzîkê dikin. Şahînkaya destnîşan kir ku di demên dawî de bi taybetî hemû kolan di bin zextên dewletê de ne û got dewlet weke hemû qadên jiyanê mudaxaleyî qada mûzîkê jî dike.
Hevgirtina zimanan
Yek ji endamên komê Awaz Arun jî ev du sal in, ku di nav komê de cihê xwe digire. Arun jî di axaftina xwe de bal kişand ser qedexekirina zimanê Kurdî û da zanîn ku ji ber zextên li ser zimanê dayikê, ew li kolanan muzîka Kurdî pêşkeş dikin. Arun da zanîn ku ji bilî Kurdî, ew bi zimanê Tirkî, Erebî, Lazî û Ermenkî jî stranan dibêjin.
Nerazîbûnên faşîstî
Endamê komê Welat Înanç jî diyar kir ku ji ber muzîka li kolanan, hem dostên wan hem jî neyarên wan hene û got, carinan hin kesên ku ji stranên Kurdî aciz in, diçin giliyê wan ji rayedaran re dikin. Înanç anî ziman ku hin caran jî rastî nerazîbûnên weke “Ev der Tirkiye ye, li vir stranên bi Tirkî bibêjin” tên û got, ew jî bersiva “Em çawa bixwazin em ê wisa bibêjin” didin van nijadperestan û mûzîka xwe dewam dikin.
‘Dest nedin ziman û hunera me’
Înanç got, ew ji bo xwe azad hîs bikin li kolanan in û got, “Dest nedin zimanê me û hunera me.” Înanç di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bandora erênî ya mûzîkê ya li ser civakê û got, “Huner li ku derê be ronahî li wê derê ye.”
DÎHA/MERSÎN