Oldarên Êzidî serdana YBŞ/YJŞ‘ê kirin. Heyetek ji oldar, bawermed, rûspî û ilimdarên civaka Êzîdî serdana navenda YBŞ-YJŞ‘ê kir. Li ser navê fermandariya YBŞ-YJŞ Mazlûm Şengalî û Zerdeşt Şengalî pêşwaziya heyetê kirin. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrişî Şengalê kiribûn gelek deverên ku ji bo civaka Êzîdî pîroz bûn xirakiribûn û rûxandibûn. Li ser vî esasî jî ji aliyê YBŞ-YJŞ‘ê ve bi taybetî ji bo çêkirina qadên pîroz alîkarî hatibû dayîn. Heyet li ser mijarê bi fermandaran re rûnişt û der barê karên wan de peyivîn.

Em di xizmeta civaka xwe de ne

Ji fermandariya YBŞ-YJŞ Mazlûm Şengalî kêfxweşiya xwe anî ziman û got: ”Çeteyên DAÎŞ’ê bi zanebûn êrişî qadên pîroz kirin. Ji ber ku ev cih mejî, zanist, rastî, dîrok, çand û exlaqê civakê ne. Wan xwest bi van êrişên xwe civaka me hem fîzîkî hem jî di warê bawerî, çandî û exlaqî de tine bikin. Em parêzvanên Êzîdxanê;  YBŞ-YJŞ ji bo her cûre xizmeta civaka xwe amade ne.”

Endamên heyetê jî yek bi yek axivîn û ji bo alîkarî û pêşwazîkirina wan a ji aliyê YBŞ-YJŞ ve spasiyên xwe raber kirin û gotin, “Em jî amade ne ku di nava her şert û mercî de piştgiriya şervanên Êzîdxanê bikin.”

Li warê xwe vegerin

Heyet piştre çû serdana quba Şêx Mehmed a ku ji aliyê DAÎŞ‘ê ve hate xerakirin. Li vir jî bi navê heyetê Mam Faxira axivî û got, “Em spasiya şervanên axa pîroz dikin ku ew heta îro bi her rengî bûne alîkar. Em bang li Şengaliyên li derveyî Şengalê dikin ku li cih û warê xwe vegerin û Şengalê careke din ava bikin. Piştî xwarin ji aliyê fermandariyê ve hate dayin ve hevdîtin bi dawî bû.