Her wiha ji bo amadekariyên lidarxistina konferansa Oldaran ya ku tê payîn di destpêka meha bê de were li daxistin, pêşniyarên xwe anîn ziman. Li navenda Çand û Hunerê ya Dêrikê Komîteya Oldaran a bajêr bi beşdariya oldarên jin û mêr civînek berfireh lidar xist. Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre oldaran ji bo amadekariyên konferansa Oldaran ya ku tê payîn di destpêka meha bê de were lidaxistin, nêrînên xwe anîn ziman. Oldaran derbarê êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê de ji aliyê komên çete yên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) û Cebhet El-Nusra ve yên ku di bin navê Îslamê de tevdigerin şermezar kirin û diyar kirin ku kiryarên wan dûrî hedîsên Peyamber û ayetên Qurana Pîroz in.
ANHA/DÊRIK