Di çarçoveya Mihrîcana Mîtan a Şanoyê ya 4´an de pêr li ser dika Çiyayê Kurmênc li navçeya El-Ehdas a Şehbayê lîstika bi navê  `Olîmpiyad` hate nîşandan. Rûmet Beko û Ebdulrehman Umer metna şanoyê nivîsandine û Mehmûd Çaqmaqî jî derhêneriya wê kiriye.

Mîna her 3 rojên mihrîcanê yên pêşî, pêr jî şênî beşdar bûn da ku li lîstika şanoyê ya mihrîcanê temaşe bikin. Di destpêkê de berhemeke bi pêlîstokan li ser bêkariyê û aloziya şêniyan li gel şertên koçberiyê û giranbûna buhayan hate nîşandan.

Piştre lîstika bi navê `Olîmpiyad` hate nîşendan. Mijara şanoyê reftarên mirovan bûn, ew reftarên bandorê li xwezayê dikin. Di dawiya lîstika şanoyê de aktrîst û aktoran nameyek xwend û tê de bang li mirovan kir da ku daran û gulan biçînin, avê biparêzin ji ber ku jêdara jiyanê ye.

Di mihrîcanê de ku wê heta 5´ê Sibatê dewam bike, doh jî lîstika şanoyê ya bi navê `Diqîrim` hat nîşandan.

 

 ANHA/ŞEHBA