AMED; Li navçeya Peyasê ya Amade, di hefteya 115'an de çalakiya Pencşema Reş li ber avahiya şaredariyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de Wekîlê Şaredarê Peyasê Sabahattin Dinç, Alîgirê Şaredarê Peyasê Îhsan Avci, endamên Dayikên Aştiyê û personelên şaredariyê siyasetmedarên Kurd û gelek kesên din amade bûn. D çalakiyê de Serokê Tum Bel Sen'ê yê Amedê Medenî Alpkaya helwesta Serokwezîr Erdogan a li hemberî çekberdana PKK'ê rexne kir û anî ziman ku bi çekberdana PKK'ê pirsgirêk çareser nabe. Alpkaya, operasyonên siyasî û leşkerî şermezar kir û xwest dawî li operasyonên siyasî û leşkerî bîne.
Alpkaya anî ziman ku dê di 1'ê Gulanê de li Qada Îstasyonê mîtîngê pêk bînin û xwest her kes beşdarî mîtîngê bibin.
ÊLIH; Li Êlihê jî çalakiya pencşema Reş di hefteya 116'an de li ber Şaredariya ÊLihê hate lidarxistin. Di çalakiyê de personelên şaredariyê, reveberên BDP'ê nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Di çalakiyê de operasyon hatin şermezarkirin û banga 1'ê Gulanê hate kirin.
RIHA; Li navçeyên Pirsûs û Wêranşar ên Rihayê jî bi heman armancê çalakiyên Pencşema Reş li ber avahiyên şaredariyan hatin lidarxistin. Li vir jî endamên meclîsên şaredariyê û personelên şaredariyê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û rêveberên BDP'ê amadebûn. Li vir jî operasyonên siyasî û leşkerî hatin şermezarkirin.
MÊRDÎN; Li navçeya Qoser û Dêrikê yên Mêrdînê jî bi heman rengî li cihê her hefteyê çalakî hatin lidarxistin û operasyonên siyasî û leşkerî hatin şermezarkirin. Piştî daxuyaniyan li ber avahiyên şaredariyê 5 deqîqe çalakiyên rûniştinê hatin lidarxistin û banga tevlêbûna pîrozbahiya 1'ê Gulanê hate kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN