
Bi hezaran kesên ku ji bo nimêja înê ya sivîl li derketin qadan û li pey meleyên xwe ref girtin. Li gelek navendan polîsan tedbîrên berfireh girtin û bi kamerayan dîmen kişandin.
ÊLIH: Gelek welatî tevlî nimêja înê ya sivîl a li baxçeyê şaredariya Êlihê bûn. Di weaza beriya nimêjê hat dayîn de li hemberî operasyonên li Êlihê ên di bin navê KCK'ê de hatin pêkanîn hat şermezarkirin. Piştî weez û xutbeyê welatiyan li pey meleyên xwe ref girtin. Balkêş bû ku polîsan ji nêz be bi kamerayan kişand.
SERÊKANIYÊ: Nimêsa înê ya li navça Serêkaniya Rihayê jî li avahiya BDP'a navçê hat kirin. Melle Yasîn Yilmaz xutbe xwend. Gelek welatî tevli nimêjê bûn. Di nimêjê de 15'ê sibat û operasyonên leşkerî û siyasî hatin şermezarkirin.
NISÊBÎN: Nimêja înê ya Nisêbînê jî li baxçeyê navenda çanda Mîttaniyê hat kirin. Melle Huseynê Botî li vir xîtabî girseya nêzî hezar kesî kir û got; "têkoşîna tê dayîn têkoşîna azadiya gelan e. Xwedê li gel bawermendan e. Helbet dê gelê me azad be."
SÊRT: Li Sêrtê jî tevî hewayê sir û seqem nimêja înê li avahiya BDP'ê hat kirin. Gelek welatî tevlî nimêjê bûn. Melle Mehmet Şah Îlbaş di xutbeya dayî de diyar kir ku dibê herkesê xwedî îman li dijî kuştinan derkerve. Piştî xutbeyê bi sedan kesî ji bo nimêsa înê ya sivîl ref girtin. Li Misircê jî li cadeya Beykentê bi tevlîbûna gelek kesî hat kirin.
CIZÎR: Li navça Cizîrê jî tevî hewayê sir û seqemê welek welatî herikîn qada nimêja înê. Welatiyan li ser xalî û qartonên hatine rayêxistin nimêja xwe kirin. Polîsan jî tedbîrên berfireh girtin. Di dema ku weez dihat dayîn de panzerên polîsan ji ser cadeya Hezexê derbas bûn. Zarokên ku ji dibistanê jî derdikevin kevir avêtin panzerê. Polîsan jî bi bombeyên xazê êrîşî zarokan kirin. Kesên ku tevlî nimêjê bûne ji bombeyên xazê tesîr bûn.
SÎLOPÎ: Li navçeya Sîlopiyê jî bi hezaran kes li hewşa şaredariya Sîlopiyê kom bûn û ref girêdan. Di nimêjê de endam û rêveberên BDP'ê jî heye bi hezaran kes li gel baran û hewaya sermaya zêde nimêj kirin. Mele Mehemed Sadak, li pêşiya girsê nimêj kir u bal kişand ser azadiya gelan. Li navçeyên Hezex, Elkê jî nimêj bi giresyîhatin kirin.
AMED : Li Amedê jî bi hezaran kes Sûka bin zikê erdê ya Selahattin Eyyubî ya Deriyê Çiyê kom bûn û nimêja înê kirin. Mele Celal Efe li pêş girsê nimê jir û Xutbe jî ji aliyê Kutbettin Baylar ve hate xwendin. Baydar bal kişand ser rola îslamê ya li ser zilm û zordariye. Li navçeyên Farqîn, Bîsmîl û Erxeniyê jî nimêj bi girseyî hatin kirn.
WAN: Li Wanê jî minêja înê li qada Muze ya pişt otoparka Şaredariyê hate kirin. Li vir jî weaz bi Kurdî hatin xwendin. Mele Cemal Demir, bi Kurdî weaz dan û xwestin ku Kurd yekîtiya xwe ava bikin. Pişt re bi sedan kesan li gel hewaya sar ref girêdan.
COLEMÊRG: Nimêjin Sivîl ya înê vê hefteyê j îli avahiya BDP'ê ya Colemêrgê hat kirin. Meleyê teqawît Zekî Çîftçî nimêj da. Serokê BDP a Colemêrgê M. Sidik Yildirim, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu, endamên meclisê û gelek welatî tevli nimêjê bûn. piştî weaza Kurdî nimêj hatin kirin.
MELEZGÎR: Li navçeya Melezgîrê ya Muşê jî ji ber hewaya sar nimêja sivîl a înê li avahiya BDP'ê hat kirin. Bi sedan welatî tevli nimêjê bûn û weazên Kurdî hatin dayîn. Di weazê de balkişandin ser ola îslamê û banga yekitî hat kirin.
MANÎSA: Li navçeya Turgutlu ya Manîsayê jî bi tevlibûna gelek kesî li avahiya BDP'ê nimêj hate kirin. Mele Şukru nimêj da kirin û balkişand ser ayetên şîdet û zilmê ya di kuranê de. Şukru da zanîn tu mirovek xweser tiştekî îfade nake û got ku divê her kes bi civaka xwe re re bû. Piştî xutbeyê nimêj hatin kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN