Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku operasyona artêşa Tirk a li Şemzînanê bêyî ku encamê wergire bi paş ve hatiye kişandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî bomberdûmana li Sêrtê û Şirnexê û çalakiya li dijî Girê Harûnan a Şemzînanê daxuyaniyek da.
HPG’ê di daxuyaniyê de got, artêşa Tirk a dagirker 26’ê Tebaxê li devera Şapatan û Sereroyê ya Şemzînanê operasyonek dabû destpêkirin û ev operasyon bêyî ku encamê wergire, vekişiyaye. Daxuyaniyê li ser mijarê wiha dewam kir: “Hêzên me derbên giran li yekîneyên dijmin xistin yên ku teknîkeke modern bi kar dianîn. Têkildarî van şer û çalakiyan, me rojane daxuyanî didan. Di vê operasyonê de ya ku 11 rojan domiya, di çalakî û şer de yek jê payedar 10 leşkerên dijmin hatin kuştin û 15 leşkerên dijmin jî birîndar bûn.”
HPG´ê da zanîn ku hêzên artêşa dagirker di operasyonê de zext li xelkê kiriye, nehiştine gel biçe ser rez û baxçeyên xwe û hêzên dagirker deverên Dola Apociya, Dola Bermêşa, Dola Êldeyê, Girê Şehîd Axîn, Bêtkarok û gelek rez û baxçeyên xelkê şewitandine.
Girê Harûna ji dagirkeran re namîne
HPG´ê li ser çalakiya li Girê Harûna jî got, “Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, hêzên me li dijî hêzên dagirker ên li Girê Harûnayê ya Şemzînanê çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat tespîtkirin.”
Li dijî Oremar û Bestayê êrîş
Li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî Oremar û Bestayê HPG´ê got, “Di 5’ê Îlonê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker di navbera saet 08.00-20.30’an de bi obus, hawan û bombeyên mîsketê li qada Geliyê Şehîd Rahîme ya Oremarê daye.
Di 5’ê Îlonê de saet di 21.00’an de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker qadên Besta Hincê û Bilûzerê ya Bestayê bomberdûman kiriye.”
ANF / BEHDÎNAN