Ev qederê hefteyekê ye ku operasyona Mûsilê ku duyemîn bajarê mezin ê Iraqê ye û nifûsa wî nêzî 2 milyon kesan e, destpê kiriye. Di vê operasyonê de arteşa Iraqê, Heşdî Eşaîrî, li gorî daxûyaniya Serokkomarê Iraqê F. Masum, pêşmerge û beşêk ji Heşdî Şeibî tevlî vê operasyonê bûye. Rûxmê dijberiya PDK lê hem hêzên YBŞ û hem jî Gerîllayên HPG û YJA-Starê tevlî operasyona Rizgarkirina Mûsilê ji çeteyên DAIŞ´ê bûne û ji rizgarkirina gundên ku DAIŞ´ê bêhêz bike, dest pê kirine. Bê guman derengketina vê operasyonê hem girêdayî niqaşên ser hêzên ku tevlî operasyonê bibin û hem jî şert û mercên siyasî û serbazî li herêmê bi giştî û Rojava bi taybet e.

YPG/YPJ û Hêzên Sûriye Demokratîk derbên giran li DAIŞ´ê xistin û aliyê siyasî wer xuya dike ji nû ve şekilgirtina Sûriya siberojê nêzîk bûye û Kurd bi ked, têkoşîn û berxwedana xwe serketî ji vê qonaxê wê derkevin, hîna jî di şekildayîna Sûriyeke demokratîk de xwedî modêla herî îdeal in û pêşketinxwaz in û herî dawî avakirina modêla fedrasyonê li Rojava îlan kirin. Ev serketinên siyasî û serbazî bûn çavkaniya cesaretê ji bo rizgarkirina du herêmên girîng di destê çeteyên DAIŞ´ê de yek ji wan Reqa, Cerablûs û Minbic e li Rojava û Sûriye û ya din jî Mûsil e li Iraqê. 

Wek tê zanîn ku hem Kurd, hem Erebên Sûnî û hem Şîî sê hêzên sereke yên siyasî û pêkhateyên Iraqê ne, her yek ji wan jî bi dehan nêrînên îdeolojî û siyasî cûda di nava xwe de dihewînin; lê teqez Operasyona Mûsilê ew kirine dube; ya yekem: PDK û beşêk ji sûniyên Iraqê dixwestin an rewş weke xwe bimîne an jî li gorî rojevê  ev operasyon wê dest pê bike, ji bo wê jî hêzên Tirkiyeyê anîn nêzî Mûsilê. Bereya duyem jî ew e ku di dema herî nêz de û di çarçoveya operasyoneke pir alî ya paqijkirina Mûsilê ji DAIŞ´ê de pêk hatî, DAIŞ´ê mîna dujminê hevpar dibînin, weke hêzêke ku hem di asta herêmî de û hem jî di asta navneteweyî de potansiyeleke tehlûke ye dibînin, ku beşe mezin ji Kurd û hêzên navneteweyî û Hikûmeta Iraqê jî dihewîne. Divê werê gotin ku Mûsil cihek e ku ev qederê 400 salan e di navbera hêzên navendên wan îran û Tirkiye de di kêşmekêşeke tûnd ye, ji bo wê jî hem di girtin û hem jî di azadkirina Mûsilê de ev herdû hêz dixwazin bi bandor bin, ji bo wê jî li ser tevlîbûn û nebûyîna Heşdî Şeibî ku nêzî Îranê ne, niqaşên pirr bi nakok hebûn. 

Her kes hem di aliyê moral û qabiliyeta şer ya Gerîlla û şervanan de xwedî agahî ye, berxwedanên Rojava û Rizgarkirina Şengalê ber bi çav e, lê di operasyona rizgarkirina Mûsilê de mercê PDK´ê ew bû ku hem Gerîla ji Şengalê werê derxistin û hem jî Gerilla û YBŞ tevlî operasyhona rizgarkirina Mûsilê nebin, hem jî PDK ji bo rizgarkirina Mûsilê çek, pere û alîkariya lojistîkî xwest, lê timî guman hebûye, PDK dest dayînê ser çek û pere, bi tenê aîdê xwe bibîne. Ev nêrîn û fikar heta li cem Emerîkiyan jî hebûye , ji ber ku hêzên peşemrge ne yek dest in û ne hevgirtî ne, lê ev merc wer xûya dike ku di hewayê de ma ne. 

Balkêş e ku di dema amadekariya Operasyonê de Serokê PDK M. Barzanî daxûyaniyeke pirr sosret da û got "Her alîkariyeke ji bo PYD werê dayîn li Rojava ev alî karî wê ji bo PKK´ê biçe". Rûxmê ew qas komkujî li Bakur wer bawer e ku Erdogan baş nêzîkî pirsa Kurd bûye. Yekser dema operasyona Mûsilê dest pê kir, herdû birayên Nucêfî (Usama Nucêfî kevne serokê Parlemana Iraqê û Esîl Nucêfî (Waliyê berê yê Mûsilê) çûn Tirkiyeyê. 

Egîd Kelarî, Fermandarê HPG´ê li Şengalê dibêjê, "Em beşdarê operasyona rizgakirina Mûsilê dibin û ji Şengalê jî venakişin em ji Fransa û Îranê nehatine, em li Kurdistanê ne û li ku derê gelê me hewcedariya wî hebe, em li wir in". Kurd xwedî hêzeke wisa ye, lê siyasetmedarên Kurd ne li Bexdayê û ne li Hewlêrê nikarin vê hêzê wergerînin destketiyên siyasî û dîrokî, ji her demê zêdetir bi nakokiyên navxweyî bala medya cîhanê jî kişandiye ser xwe, ya herî dawî li Dîdara Silêmanî, PDK´ê êriş kir ser her kesî, bi taybetî tevgera Gorran. Lê tiştekî zelal ew e ku PDK pirr ji operasyona rizgarkirina Mûsilê bêzar e, ji ber ku dizane wê ji aliyê siyasî ve nekaribe weke berê, wê bi kar bîne, gotara siyasî ya "Dewleta Kurdî" jî nikare wan kirîzên siyasî û hûndirîn yê wan, pîne bike. Çawa şikandina DAIŞ´ê li Rojava rê li pêvajoyeke nû û girîng vekir, Rizgarkirina Mûsilê wê ew qasî hêsan nebe jî lê wê pirr mêzîn û dengeyên siyasî li herêmê biguherîne.