Li gorî nûçeya ANHA’yê, QSD’ê ji bo rizgarkirina Reqayê ku çeteyên DAIŞ’ê wekî paytexta xwe ya Suriyeyê dibînin, amadekariyan dikin. Lê dema operasyonê ne diyar e.
Gelê navenda Reqa û gundewarên derdora wê, ev demeke dirêj e ku ji ber pêkanînên çeteyên DAIŞ’ê gelekî bêzar bûne û banga rizgarkirinê li QSD’ê dike. Bi taybetî malbatên ku ji ber çeteyan reviyabûn û xwe gihandibûn herêmên bi ewle daxwaza rizgarkirina herêmên xwe anîbûn ziman.
NAVENDA NÛÇEYAN