Cîgirê Fermandarê giştî yê hêzên Ceyş El-Siwar ku di bin sîwaneya QSD’ê de tevdigere, Ebû Erac ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re peyivî, rewşa herêma Babê û revandina Kurdan ji alilyê çeteyan ve nirxand.

Ebû Erac got, çeteyên DAIŞ’ê dema li bajarê Minbicê li hemberî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê têkçûna xwe hîs kir, dest bi revandina sivîlên herêma Babê kir û wan sivîlan wekî mertalên zindî bi kar tînin.

Ebû Erec rewşa herêma Babê di dema rêjîma El-Baas de weha raxist ber çavan: “Pirraniya şêniyên herêmê bi zimanê Kurdî daxivin. Li gel Kurdan şêniyên Ereb û Turkmen jî hene. Herêma Babê ya ku piraniya şêniyên wê Kurd in, li ser destê rêjîma El-Baas rastî gelek polîtîkayên qirkirin û bişaftinê hatiye. Dema ku sîstema El-Baas Kembera Erebî danî, malbatên Ereb û Turkmen şandin herêmê û ew li şûna malbatên Kurd, niştecih kirin.”


Çete qirkirina nijadî dewam dikin

Ebû Erac da zanîn ku ev çete şopdarên riya sîstemên dîktator in. Wan li herêma Babê dest bi qirkirina nijadî kir û şêniyên herêmê direvînin. Ebû Erac got, “Em destûrê nadin çeteyên DAIŞ’ê ku van kiryarên xwe yên hovane dewam bikin. Em mizgîniyê didin şêniyên herêmê ku em ê wan ji faşîzma çeteyan rizgar bikin.”

Ebû Erac bi bîr xist ku şêniyên herêmê bi hemû şêweyan hewl didin xwe ji destê çeteyan xilas bikin û xwe bigihînin herêmên rizgarkirî.

Cîgirê Fermandarê Giştî yê Ceyş El-Siwar Ebû Erac mizgînî da şêniyên herêma Babê, ku ew ê demlidest wan ji pençên çeteyan rizgar bikin.



ŞERVÎN MUSTEFA/ANHA / EFRÎN