Operesyona Tolhildana Jinên Êzîdxanê di rojnameya Ingilîz The Independent de doh wekî yekê ji dosyayên sereke hat dîtin û bi sernavê “All-female Yazidi militia launches operation for revenge on Isis / Hêza eskerî ya bi temamî ji jinan pêk tê a Êzîdî operasyoneke tolhildanê li dijî DAIŞ´ê dide destpêkirin” ev nûçe hat weşandin.

Di nûçeya mohra Bethan McKernan li binê de tê gotin ku YPJ´ê daze zanîn ku ew ê bibin beşek ji operasyona rizgarkirina bajarê stratejîk Tel Eferê ji DAIŞ´ê.

Rojname bi bîr dixe ku jinên Êzîdî di ferman li dijî Êzîdiyan a DAIŞ´ê ew in ku herî zêde mexdûr bûne û ji ber wê jî di operasyona YBŞ/YJŞ´ê de tolhildana van jinan li pêş e.

Nûçe bi vî rengî daxuyaniya YBŞ/YJŞ´yê ya destpêkirina hemleyê jî bi bîr dixe û wiha dewam dike: “Hêzên YJŞ sala 2015´an ji aliyê hêzên PKK´ê ve hatin damezrandin û perwerdekirin da ku hêza şervanên YBŞ´ê ên li Şingalê û hawîrdora wê li dijî DAIŞ´ê xurttir bike di şerê rizgarkirina bajêr de. Nûçe xwe disipêre çavkaniyên eskerî û dibêje, arman ew e ku başûrê herêma Şingalê û Tel Efer werin rizgarkirin.

Nûçe bi bîr dixe ku li Rojava û Başûrê Kurdistanê teqrîben 10 hezar şervanên jin şerê DAIŞ´ê dikin û di astengkirina DAIŞ´ê de bûne hêza herî xurt û sereke.

Tevgera berxwedanê a Kurd xwe disipêre prensîpên femînîst

Nûçe dibêje Tevgera Navneteweyî ya Berxwedan Kurdan bi awayekî xurt xwe disipêre prensîpên femînîst û ji bîr nake dibêje, bi tenê Tirkiye wan wekî terorîst dibîne.

Nûçe dibêje, dewra wan a navendî di têkbirina DAIŞ´ê de bûye îlham ji bo jinên Ereb û Êzîdî jî û kiriye ku ew jî rahêjin çekan. Ji bo vê jî jinên li Minbicê di nava hêza asayîşê de cihê xwe girtî, û gotina wan a ku dixwazin bi xwe maf û azadiyên xwe biparêzin, jî wekî delîl tê nîşandan.

Rojname dibêje, operasyona rizgarkirina Tel Eferê di warê tratejiyê de gelekî girîng e, lewma bajar di navbera paytexta DAIŞ´ê a de facto Reqayê û bajarê Mûsilê de ye. 

Hikûmeta Başûr ne razî ye

Nûçe îşaret pê dike ku operasyona rizgarkirina Tel Eferê bi destê Yekîneyên Seferberiya Gel ên Şîî û YBŞ´ê ne bi dilê hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye û cih dide van gotinên pisporê têkiliyên di navbera partiyên Kurd de Gareth Stanfield: “Serokên Kurd ne dostê îsyana Suniyan in, lê belê muhtemelen ew ji hebûna milîsên Şîî evqasî nêzîkî sînorên Herêma Başûrê Kurdistanê bêhtir ditirsin”..

Nûçe di vê çarçoveyê de destwerdana Tirkiyeyê jî woha dinirxîne: “Destwerdana Enqerê ya nû ya li dijî DAIŞ´ê bi xwe jî xwedî motîvasyoneke duyem e, ew jî sînordarkirina berfirehbûna herêma Kurdan e”. 


 NAVENDA NÛÇEYAN