Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di opersyonên di nava Kobanê de 2 tirmpêlên çeteyan hatine ruxandin, 2 tirmpêlên din hatin bidestxistin.

YPG’ê ragihand ku operasyonên hêzên wan ya ku piştî êrîşên çeteyan dabû destpêkirin, berdewam dike û wiha dewam kir: “Hêzên me, di nava bajêr de çeteyan di 4 cihan de kirin dorpeçê û li van deran direjahiya şev û roj de pevçunên dijwar rû daye. Di nava van pevçunan de hêzên me 2 maşîneyên çeteyan ruxandin. Dîsa hêzên me li van qadan 2 maşîneyên leşkerî, 1 maşîneya doçka 12,5mm barkirî, 1 bêtela mezin a leşkerî û 1 kamera bi dest xistin. Operasyonên li van qadan hîn jî berdewam dike.”



5 şervan jiyana xwe ji dest dan

Her wiha YPG’ê da xuyakirin ku pevçunên di nava bajer de 3 şervanên wan bi lehengî şer kirin û gihiştin şehadetê.DAxuyaniya YPG’ê bi vî rengî dom kir:”
Komên çeteyan doh danê siharê li rojavayê Kobanê jî hewldan êrîşek lidarbixin. Komekî biçûk a çeteyan bi kêlekekî avê Firatê derbaskirin û xwe gihandin gundê Şêxler a Jorin. Lê hêzên me vê komî kirin dorpeçê de. Pevçunên li vê herême hîn jî didome.”



6 çete hat kuştin

YPG’ê ragihad ku li başûre Kobanê jî pevçunên navbera hêzên wan û komên çeteyan de berdewam dike û wiha pê de çû: “Komên çeteyan şevê din li hember girê Şehîd Xabur bi du baskan, li herême Mecmela Gazê jî bi 3 baskan ve êrîşek lidarxistin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a pevçunên li van herêman de nehatiye zelalkirin. Hêzên me li vê qadê tevî 6 termên çeteyan 16 kleş, 1 BKC, 1 roketavêja B7 û gellek cabilxaneya van çekan bi dest xistin.
Pevçunên li vê qadê de rêhevalekî me û şervanekî Şemsî Şîmal ên ku bi lehengî şer kirin gihiştin şehadete.
Pevçunên gundê Berxbatan a ku doh ji aliyê çeteyan ve komkujî hatibû kirin de 3 rêhevalên me yên ku bi lehengî şer dikirin gihiştin şehadete.ˮ 


ANHA/KOBANÊ