Niştecihên gundê Şelê yên ku tenê çavkaniya debara wan sewalvaniye, ji ber zêdebûna operasyonên leşkerî nikarin biçin zozanan û ji ber ku qadên wan ên jiyanê tên bombebarankirin, jiyana wan di talûkeyê de ye. 
Li navçeyên Licê, Pasûr û Hênê yên Amedê bi îlankirina qedexeyên derketina derve, operasyonên leşkerî tên lidarxistin. Gundiyên herêmê li gel van operasyonan jî, heywanên xwe ji bo çêreyê derdixin. Gundiyan diyar kir ku ji ber ew nikarin biçin zozanan, rojane heywanên xwe dibin cihên çêre lê hene û gptin, heke operasyon wisa bidomînin ew ê bi birçîbûnê re rû bi rû bimînin. 



Bi anonsan qedexe dikin

Nişteciha gundê Şelê yê navçeya Hênê Bilgen Kaçmaz diyar kir ku nahêlin ew heywanên xwe ji bo çêrê derxînin zozanan û wiha axivî: “Em guh nadin qedexeyan û diçin çiyayan. Lê belê dilê me nerihet e. Zarokên me yên sibehêd erdikevin em dibêjin gelê dê êvarî vegerin an na. Dema operasyon dest pê dike, serê sibê anonsên wek ‘îro heywanên xw edrenexînin‘ dikin. Bihar hat, lê heywanên me di hundur dene. Em ê çawa wan di hundur de xwedî bikin. Ma mirov dikare heywanan di hindur de ragire?” 
Kaçmaz, dest nîşan kir ku ew naxwazin gundên xwe biterikînin û got ku di 3 salên dawî de ji ber pevçûnan xweşikî ew nikarin heywanên xwe bişînin zozanan û xwet rê werin vekirin. 


 DÎHABER/AMED