Filma Avatarê tê bîra çend kesan nizanim, lê gelek tiştên di filmê de ewqasî ecêb û derîdinyayê nînin. Ew tevna daran a ku hemû dikirin yek, li dinyayê jî dikare hebe. Li Zelandaya Nû qurmekî kat nedayî û pel jê qut bûyî, sax e. Lê ev saxbûna wê, ev zindîbûna wê darê, bi pêkhatina superorganîzmayekê mumkin bûye. Yanî darên derdorê wê bi qurm û kokên xwe xwedî dikin.
Ev qurmê hanê qurmê dareke xurt a mezin a kaurî ye. Ev dar 50 metroyan bilind dibe. Axir ev qurmê weke mirî xuya dike, zindî ye û beşek ji superorganîzmayeke daristanê ye ku di binê erdê re kokên daran digihîne hev. Super organîzmayek dikare ji çend deh daran heta bi sedan daran pêk bê. Yanê saxmana vî qurmê darê bi xêra av û enerjiya ku darên cîran bi roj berhev dikin e. Ku dibe şev jî, ew para zindîbûna xwe ji wan dimije.
Li gorî lêkolîneran, sedema zindî hiştina vî qurmê hanê dibe ku funksiyona wê ya pirbûnê be ji bo xwe gihandina darên din ên bi pel û xurt. Yan jî darên derdorê naxwazin ku ev qurmê hanê ku berê weke wan dareke xurt û bi pel bû bimire.
WELLINGTON