Li Kobanê meheke berxwedaneke dîrokî li hemberî çeteyên DAIŞ'ê pêk tê. Şervanên YPG û YPJ'ê bi vîneke bêhempa li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi çekên giran û alîkariya hêzên navnetewayî berdewam dike. Gelê Kurd di serî de Kurdistan li çar aliyên cîhanê ji bo Kobanê di çalakiyan de ne. Orkestraya Heskîfê jî ji berxwedana Kobanê re stranek amade kir. Orkestriya Heskîfê berxwedana Kobanê bi strana "Ez Kobanê me" vedibêje. Stran ji 8'ê cotmehê heya niha di www.youtube.com de tê guhdarkirin. Gotinên starana "Ez Kobanê me" ji aliyê Mizgîn Tahîr ve hatin nivîsandin û muzîka wê jî Mehmud Berazî çê kir û aranjeya wê jî ji aliyê Aras Umer û Xebat Aşmî ve hate çêkirin.


'Ez Kobanê me'

Mîzgîn Tahîr, diyar kir ku li Kobanê berxwedaneke heye ya dikeve berê hunermendan jî heye û wiha got: "Dema me biraya vê yekê da li sînorê Kobanê çalakî dihatin kirin û beşek hevalên me di wan çalakiyan de bûn. Em qeyda staranê bi dorveger çêkir. Dema hevalên me li sînor bûn me beşek qeyda staranê çê kir em çûn sînor. Pişt re hevalên me yên din hatin beş mayîn temem kirin."

DÎHA/AMED