Young Justice rêzefilmên anîmasyonê (kartoon) ji bo kanalên televizyonê yên Emerîkî hildiberîne û heta young justice tv bi xwe jî heye. Damezrênerên wê Brandon Vietti û Greg Weisman in û ew ji bo Cartoon Networkê hildiberîne. Navê wê xêza romana qehremanên xwedî hêzên sêhr û efsûnê ya Peter David, Todd Dezago û Todd Nauck bîne bîra mirov jî, rêzefilmên wê ne adaptasyona rêza xêzeromanên Young Justiceê ne. Ew bêhtir tevahiya adaptasyona DC Universe ye û gava vê dike jî qehremanên super ên ciwan derdixe pêş.

Niha rêzefilmeke nû çêdike û tê de super qehremaneke Emerîkî fêrî nebûyî heye: Halo! Halo keçeke ciwan a Misilman e. Lê ev wisa be jî li gorî Swara Ahmed hêviya wî ji rêzefilmê kirî hemû av û av çûne. Ew çimaya xwe jî bi gotareke berfireh îfade dike: Nûneriya karakterên ji Rojhilata Navîn hêviya ji Young Justiceê hatiye kirin pûç kiriye.

Swara Ahmed dibêje, wî hêvî dikir wê sezon wê nûneriyeke otentîk a karakterên Rojhilta Navîn bike, lê ev nebûye. Beriya ku rexneya xwe bike jî dibêje,”Halo xebero Misilman e û jineke Ereb e. Ez ne herdu me jî. Ez mêrekî Kurd im ku li malbateke bawermend a Misilman mezin bûme”. Piştî ku dibêje, hizra wî divê ne yekane be ku mirov li ser mijarê lê bihisîne wiha dewam dike: “Ez ji dil dibêjim, piştî min li vê temaşe kir, ez difikirim ku nivîskar bi temamî bi bin ketine di meseleya nîşandana jinên Ereb û Misilman de. Di warê ne dualîbûna cinsî ya karakterê de mirov divê pesnê (nivîskaran bide). Ya ez behsa wê li vir dikim lê belê tenê aliyên dînî û çandî ne, ku showê hîç nebiriye serî.”

Her Misilman ne Ereb e

Ew tercîhkirina miroveke esmerê tarî jî rexne dike û dibêje, “Esas wan red kir ku karakterên bi serbilindî Ereb û Misliman in yan jî wan red kir ku nivîskarên ji çanda Ereban û Mislimanan fêm dikin, kirê bikin. … Mislimanbûn ne nijadek e. Mislimanbûn, yanî hûn beşek ji çandeke dînî ne. Mirov nikare wan bi hev biguhere jî. Ma gelo Kaotolîkên ji Îralandayê û yên ji Meksîkayê weke hev in? Helbet na. Bi besîtî ez bibêjim, Meksîkî ne Îrlandî ne û (ji bo karaktera Halo) xelkê Başûrê Asyayê jî ne Ereb in.”

Hêrsa xwe jî Swara Ahmed wisa îfade dike di dawiyê de: “Mirovên ji Rojhilata Navîn divê êdî van otorîteyên oriyantalîst ên nîv pijiyayî qebûl nekin. Em miletên ji hev cihê û pirreng in, divê em li mekanên avaker bin bi rengê xwe ruh bi qehremanên  bi temamî otantîk ên Ereb, Îranî, Kurd, Tirk, Misrî yên din bînin. Di vê sezona bihurî de bi karaktera Halo wan ev yek nebire serî.” 

 

 NAVENDA NÛÇEYAN