Xelatên Oscarê yên 91’emîn li xwediyên wan hatin belavkirin. Xelata filma herî baş dan Green Book (Kitêba Kesk). Roma jî Xelata Derhêneriya Herî Baş jî di nav de sê Oscar bi dest xistin.
Di merasîmê de aktora herî baş bû Olivia Colman bi rola xwe ya di filma “The Favourite (Qesra Delal)” de. Xelata aktorê herî baş hêjayî Rami Malek hat dîtin bi performansa wî ya di filma Bohemian Rhapsody de.
Lîsteya xelatên girîng
Navê film û kesên xelatên girîng wergirtî jî ev in:
Fîlma herî baş: Green Book
Di zimanê biyanî de fîlma herî baş: Roma
Derhêneriya herî baş: Alfonso Cuaron (Roma)
Aktirîsta herî baş: Olivia Colman
Aktorê herî baş: Rami Malek
Senaryoya resen a herî baş: Green Book
Senaryoya lihevanînê ya herî baş: BlacKkkKlansman
Hûnandina herî baş: Bohemian Rhapsody
Anîmasyona kin a herî baş: Bao
Muzîka resen a herî baş: Black Panther
Belgefîlma metraj dirêj a herî baş: Free Solo, Jimmy Chin, Elizabeth Chai Vasarhelyi
Sînematografiya herî baş: Roma
Belgefîlma metraj dirêj a herî baş: Spider Man: Into the Spider- Verse
LOS ANGELES