Va ye, 10 sal di ser qetilkirina rojnamevan Serdeşt Osman re derbaz dibin. Serdeşt Osman piştî nivîsa xwe ya bi sernavê  ‘Ez aşiqê keça Barzanî me’ belav kir, gefa kuştinê lê hat xwarin. Jê re dibêjin ‘umrê te kin e, êdî wê destûr neyê dayîn tu li Hewlêrê nefesê bistînî.’ Ew ji ya xwe nehat xwar, wî 2’ê Çileyê 2010’an bi meqaleya ‘Ne rêber xwedê ye û ne jî keça wî’ bersiv da. Piştre jî bi meqaleya 21’ê Çileyê 2010’an ‘Yekemîn zengila kuştina min hat lêdan!’ Ew ê 4’ê Gulana 2010’an ji ber avahiya zanîngeha lê dixwend li Hewlêrê bihata revandin û 6’ê Gulanê jî cenazeyê wî bihata dîtin.

Birayê Serdeşt Osman, Bekir Osman balê dibe ser daxuyaniyeke Dezgeha Dije Terora YNK’ê ya Adara îsal li ser PDK’ê û serokê Hikûmetê (Mesrûr Barzanî). Tê de hatibû gotin; “Mesrûr qala serweriya bicihanîna yasayê dike. Li gora me jî baş e ku yasa serwer be û her kesê ku karên kuştin, bertîlxwerî û wekî din kiribe bila were dadgehkirin. Ji bo mînak cenabê birayê gewre li ser doza Serdeşt Osman, bavê wî (Mesûd Barzanî) li ser dosya 31’ê Tebaxê, bapîrê wî (Mele Mistefa) li ser dosya kuştina Mihemed Hersîn, Faxir Mêrgesorî, Suleyman Muînî û Dr. Şivan werin dadgehkirin.”

Bekir Osman li ser vê daxuyaniyê dibêje “Ev tometbarkirin ji aliyê saziyeke fermî ya ewlehiya Herêmê ve bi daxuyaniyeke fermî hatiye kirin. Ev piştrastkirina gumanên rojnamevan û xelkê azadîxaz ê Kurdistanê ye.”

 

 NAVENDA NÛÇEYAN