Min di nava van du sê rojên dawî de bîranînên Osman Sebrî yên bi navê “Bîranînên Min” bûne pirtûk, xwendin. Bîranîn ji alî Dîlawerê Zengî ve hatine komkirin. Weşanên Lîsê jî di rêza Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî de çap kiriye. Pirtûk ji 238 rûpelan pêk tê. Kurmanciya wê xweş e, lê min wisa his kir ku kesên amade kirine, hinekî di kurmanciya Apê Osmên de dest werdane, xwezî nekiribûna. Di dawiya pirtûkê de ferhengok jî hatiye danîn. Kurmanciya pirtûkê xweş û rewan e. Pirtûk qala serhatiyên 40 salan dike. Min bi xwe, dema min dixwend, min nedixwest pirtûk biqede û bûyer mîna filmekî di ber çavê min re diqewimîn. Gelek bi tahm bû û tijî ders bûn. Min ji kesayeta Osman Sebrî gelekî hez kir. Kesekî mêrxas, sergerm, dilpak û durist e. Tevî zor û zehmetiyan hemûyan jî heta dawiyê welatperwer û mirovperwer e. Tevî ku li gorî rêzik û pîvanên axatiyê hatiye mezinkirin û perwerdekirin jî xwe ji vê dûr dixe, jê dikerixe û dilê wî li cem belengaz û hejaran lê dide. Îca ez dixwazim hinekî di çarçoveya gotin û kirinên wî de qala wî û serdemekê bikim. Belkî jî divê em pê re xwe bigihînin roja me ya îro. Osman weke zarok, bi gewdeyê piçûk tê dinê. Ji ber vê jî bavê wî timî henekê xwe pê dike û ew ji vê nexweş e. Lê ew di xwendin û nivîsandina xwe de bi ser dikeve û ev jî dike ku ew di nava civata wî û di çavê bavê wî de xuya bibe. Xwe di warê sekmanî û suwariyê de bi pêş ve dibe û qelsiya xwe bi awayekî din temam dike. Her tim zane kêmasiyên xwe bi tiştekî din temam bike. Kesekî wilo ye, qîma xwe bi tiştekî nayne û her tim berê wî li pêş e. Naxwaze di cihê xwe de bimîne. Her tim di nava liv û lebatê de ye. Lê salên tîfoyê gelek kes dimirin. Mamosteyê wî yê pir jê hez dike û bavê wî jî wefat dikin. Ew jî bi tîfoyê dikeve û bi saya bijîşkên wan ê sûdanî xilas dibe. Lê nexweşî şopên giran li ser bedena wî dihêle û ev bedena wî ya hûrik qels dike. Belkî ji vê be, û belkî hinek sedemên demê dihêlin ew girîngiya xwe bide ser hinek tiştên din. Nexasim jî mamosteyekî siyasî yê surgûnkirî tê gundê wan û bandora wî li ser Osman Sebrî dibe. Di mejiyê wî de pencereyên nû vedibin. Dibe mîna keştiyekê û dikeve nava deryayê. Lê bi gotina wî bê pûsila ye. Serhildana Kurdan a bi navê Şêx Seîd û rewşa Kurdên Rojava. Rojên li zindanan. Her du apên wî têne bidarvekirin. Qefle bi qefle Kurd têne bidarvekirin, surgûnkirin, kuştin, talan…qiyameta kurdan e…înkar û qirkirin… Di van rojan de wesiyeta apê wî ya beriya darvekirinê girîng e. Dixwaze Osman tola wî hilîne ango axayê bêbextî lê kiriye bikuje û li ser doza azadî û serxwebûna Kurdistnanê bimeşe. Osman wesiyeta wî pêk tîne, tola apê xwe hiltîne û tevahiya temenê xwe ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê dimeşe. Gelek tişt hene ku mirov der barê bîranînên Osman Sebrî de bibêje, lê bi ya min hinek tesbîtên wî balkêş in. Pirsên wî yên der barê serneketina berxwedana Kurdan de hêja ne. Li ser axa, beg, mîr û şêxên Kurdan de tehlîlên wî hene. Pêşî dibêje, bi van kesan têkoşîn nabe. Lê paşê ferq dike ku ji bilî wan kes nîne. Millet gelekî xizan û nezan hatiye hiştin. Ji rêxistinkirina wan jî bêhêvî ye. Dibîne ji sedî 15 beşekî Kurdan timî li cem hikûmeta Osmanî û paşê jî li cem hikûmeta komarê cih digirin û ev beşê ew qala wî dike, gelê Kurd talan dike, hestiyê gel dikoje û jê dixwe. Osman Sebrî li binxetê Xoybûnê nas dike û dibe yek ji peyayên wê. Gelek wezîfeyan bi gotina wî bi sergermî pêk tîne. Gelek serkirdeyan nas dike. Ji wan razî namîne. Dibîne çawa her yek ji wan dikeve bin bandora hin hêzan. Tevî vê yekê jî hewl dide xwe bigihîne Seyîd Riza û dîsa li serxetê dikeve nava hewldaneke eskerî û bi sedema bi tenê dimîne yan jî tê hiştin bi ser nakeve. Li gorî gotina wî şert û merc ji bo serketinê stewiyayî ne. Lê belê kêmasiya serkirdeyetî û pêşengiyê heye. Kurd weke keriyên pez li naverastê bela wela dimînin. Di vê dema wî de bi navê Tirkîtiyê pîlanê avakirina dewleteke qewmperest heye û haya Kurdan zêde ji vê tineye. Her kes hewl dide bi navê qewmê xwe dewletekê ava bike. Kurd zêde nêzî van fikran nînin û exlaqê wan ê civakî dûrî vê ye. Bi qasî şeşsed salan bi osmaniyan re mane û serde stên wan her tim di navbera Kurdistan û Stenbolê de çûne û hatine. Ji sedî 15´ê Osman Sebrî behsa wê dike, her tim li ser pişta xelkê reben hebûna xwe didomîne. Hin caran hinek kes an jî beş li ser hîmê dijberiyê serî radikin û ew jî ji alî vî beşî ve têne tinekirin. Li Kurdistanê ev beşê ji sedî 15 îro jî bi roleke gelekî xirab radibe û hema bêje li pêşiya azadiya Kurdistanê kelemê sereke ye. Ev beş hem di warê aborî de ji navikê ve bi dewletên dagirker û înkarker ve girêdayî ne, hem jî ji dewletê pirr ditirsin. Ma li Bakur û Başûr hê jî rewş bi vî rengî nîne ?
Dewleta Tirk a dagirker û înkarker li Bakurê Kurdistanê ji sedî 15 beşekî li cem xwe digire û îmkanan heta dawiyê ji wan re pêşkêş dike. Ew beş jî heta dawiyê dijminatiya qewmê xwe dike. Li Başûrê Kurdistanê jî rêveberî mîna walîtiyeke osmanî tevdigere. Ji bo berjewendiyên komekê her nirx û buhayê xwe dide xizmeta neo-osmaniyan. Ji bo vê jî bi hêsanî xwîna zarokên Kurdan ên têkoşer dirijîne. Ma ji xwîna wan zarokan pîroztir tiştek heye? Hinekên elimîne xulamtiya beg, mîr, axa û şêxan jî mîna maqûlên civakên xwefiroş radibin aqilfiroşiyê dikin. Lê Osman Sebrî xewn û xeyalên sexte xira dike û bi deqerûyî bi ser kêmasiyan de diçe, rexne dike, nanê bêşerefan naxwe, hêviya xwe naşkîne û her li ser doza Kurdistanê dimeşe.